Taxa Arnavutan tê valakirin: Gilî û gazin zêde ne

31-07-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Xelkê Taxa Arnavut a Stenbolê giliyan li şêwazê qerebûkirinê dike
Xelkê Taxa Arnavut a Stenbolê giliyan li şêwazê qerebûkirinê dike
Nîşan Taxa Arnavutan Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Projeyên nûjenkirina bajarvaniyê ku li gelek bajarên Tirkiyeyê berdewam dikin, ji ber qeyrana aborî mexduriyeta xelkê jî giran dikin.

Li Stenbolê taxeke din ku niştecihên wê ji Makedonya koç kiriye û hatine lê dimînin tê nûjenkirin.

Li Taxa Arnavutan a Stenbolê xelk neçar maye xaniyên xwe vala bike lê ji ber ku kirê li Stenbolê gelekî zêde ne xelk neçarî xirbe û cihên dûrî bajêr dibin.

Derdora 520 xanî ketine ber projeyê û bi hezaran kes careke din duçarî koçê bûne.

Xaniyê Îbrahîm Pala ku niha hatiye valakirin tam 63 salan hêlîn û jiyangeha wî û malbata wî bû. Li wê malê hatiye dinê û heta roja îro jî tê de jiyaye.

Niha ji ber ku tax bi temamî tê nûjenkirin Îbrahîm Pala neçar maye xaniyê xwe vala bike. Heke na dê ew di darê zorê bihata derxistin.

Sozên ku hatine dayîn nehatine girtin

Hêra Îbrahîm Pala ji ber wê ye ku sozên ku hatine dayîn nehatine girtin û di nava qeyrana aborî ya kûr de ew tûşî kêşeyeke jiyanî hatiye.

Welatî Îbrahîm Pala got: “Wan pêşî ji me re got em dê lojmanên leşkeriyê bidin we lê nedan. Piştre wan cihekî din got ew jî nedan û me malên xwe vala kirin.

Em niha perîşan in. Piştgiriya kirêyê didin lê ew 3 hezar û 250 lîre ye. Min xanî girtiye bi 15 hezar lîreyan, dikan girtiye bi 25 hezar lîreyan. Ez ê çawa bikim? Ez malnişînim û mûçeyê min 7 hezar û 500 e. Ez ê çawa bikim vî karî.”

Hemû niştecihên Taxa Arnavutan a li Zeytînbûrnûya Stenbolê Arnawid in û wan beriya 1950î ji Uskupê koçî wir kiriye. Tev de xwedî, xizm û mirovên hev in.

Li wan hatie ferzkirin ku xaniyên xwe vala bikin

Zêdeyî 20 salan e ku projeyeke veguhestina bajarvaniyê bo Taxa Arnavutan tê nîqaşkirin. Piştî erdhêjê lez hatiye dayîn û bêyî ku ew karibin ji xwe re cihên goncav peyda bikin, li wan hatiye ferzkirin ku xaniyên xwe vala bikin.

Welatî Leyla Astenê jî got: “Ez bixwe 25 sal in li vir im lê hevjînê min 60 sal e li vir e. Niha em mexdûr in. Em li kîjan xanî binêrin ji 10 hezaran ne kêmtir e. Tenê muçeyê hevjînê min ê xanenişîniyê heye û em rezîl bûne. Her çar zarê min dixwînin, ez ê çawa bikim?”

Piraniya taxê vala bûye. Çend malên mayî jî li ser hişyariya dawîn malên xwe vala dikin. Dewlet bo piştgiriya kirêyê 3 hezar û 250 lîreyan dide wan lê kirêya xaniyan li Stenbolê ji 15 hezar lîreyan destpê dike.

Welatî Adnan Avci jî got: “Me ji Uskûpa Makedonyayê koç kiriye û em hatine vir. Em li wir çawa bûn ew wisa jî hatin vir. Niha bo demekê em vediqetin û înşalah weke ku wan soz daye em dê careke din li vir vegerin.”

526 xanî û dikan ketine ber projeyê

Bi giştî li taxê 526 xanî û dikan ketine ber projeyê. Silîng di ser banê xaniyan re hildikişin û xirakirina xaniyan nêz e.

Nêzî 4 hezar şêniyên deverê careke din koçber dibin û li kû derê xirbeyekî erzan bi dest bikeve li xwe li wir digirin.

Mexduriyeta qeyrana aborî li hêlekê, zar û zêçê kêmderfet vê carê jî tûşî jiyaneke bêwarbûn û birçîmayînê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst