Zêr dîsa biha bû: 'Bila milet pereyên xwe bike zêr'

11-04-2025
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Serokê Jûra Zêrîngeran a Colemêrgê Sebahadîn Şen /Wêne: Rûdaw
Serokê Jûra Zêrîngeran a Colemêrgê Sebahadîn Şen /Wêne: Rûdaw
Nîşan Zêr Bihabûn Donald Trump Tirkiye Sebahadîn Şen
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a zêdekirina bacên gumrikê careke din zêde bû.

Bihayê zêr ku ew demeke dirêj e li seranserê cîhanê bilind dibû, bi biryarên nû yên Trump re dest bi daketinê kir.

Daketina çend rojan careke din berê xwe ber berzbûnê û pispor dibêjin ku wê zêr gelekî din bilind bibe.

Li hêla din li Tirkiyeyê rêjeyeke zêde ya zêrê sexte ketiye bazarê û hişyarî tên kirin da xelk li ser înternetê zêran nekire û baldar be.

Rîskên jeopolîtîk ên gerdûnî ku bandoreke zêde li ser nirxê zêr dikin dibin sedem ku bihayê zêr bi rêjeyên zêde kêm yan jî zêde bibe.

Bihayê zêr ku ew demeke dirêj bû her tim zêde dibû, piştî ragihandina biryarên bacê yên serokê Amerîkayê Donald Trump, li seranserê cîhanê bi awayekî tund kêm bû.

Lê di nava çend rojan de zêr careke din berê nirxê xwe berjor kir û tê payîn ku biha her zêde bibin.

"Veguhastina zêrên li Londonê daxwazê li ser zêr çêkir"

Pisporê bazarê Îslam Memîş dibêje: "Piştî ku şerê bazirganî dest pê kir, bazirganên cîhanî yên zêr bi gumana ku wê baca ser zêr jî bi qasî ji sedî 25 zêde bibe, zêrên ku li Londonê bûn veguhastin Amerîkayê.

Ew jî bû sedem ku daxwazeke zêde ji bo zêr çê bibe. Li hêla din desthilata Çînê ew destûr da bazirganên sîgortayê da karibin zêr bikirin û bifroşin.

Dema wan jî dest bi kirîn û firotina zêr kir, bihayê zêr di çaryeka yekem de bi qasî ji sedî 20 zêde bû."

Bihabûna ku demeke dirêj berdewam dikir bû sedem ku welatî jî êdî nikaribin zêran bikirin û ji bo dawet û şahiyan dawî lê bê da xelk zêran bi bûk û zavayan de bike.

Li Tirkiyeyê bihayê zêrê çaryek di van rojan de bûye derdora 6 hezar û 200 lîre.

Mîsqalê zêr bi 3 hezar û 360 lîre, zêrê mezin jî bi 24 hezar û 200 lîreyî ye.

"Li şûna zêr em pere pê ve dikin"

Tarik Andan diyar kir ku ji ber bihabûnê ew nikarin êdi di şahiyan de zêr bavêjin û got:

"Welehî birayê min niha dawetê nas û dost dibin lê ji ber mercên aborî em zêran pê ve nakin.

Hema em pere pê ve dikin. Pê de kirina zêr ne pêkan e. Ka ez ji we bipirsim ma hûn dikarin zêr bistînin."

Samî Kaplan dibêje: "Berê li dawetan me zêrê çaryek pê de dikir lê niha em nikarin mîsqalekê jî pê de bikin.

Xanenişînek distîne 15 hezar lîre. Karmend distînin 50-60 hezar lîre lê bihayê kirêyê bûye 30 hezar."

"Ma meriv dikare nêzî zêr bibe"

Ayla Demirbaşê jî wiha anî zimên, "Em pere bi bûkan ve dikin kurê min.

Ma em çi bikin qey meriv dikare nêzî zêr bibe. Hevjînê min mir û nîv meaşek ji wî maye ez pê îdare dikim."

Piştî ketina tund a bihayê zêr xelkekî zêde jî berê xwe da zêrîngeran da bi bihayê kêm zêr bistînin.

Lê di demeke pir kêm de careke din zêr dest pê kir da bihayê xwe zêde bike.

Pispor dibêjin ku wê biha heta demeke dirêj jî zêde bibe.

"Bila milet me pereyên xwe bike zêr"

Serokê Jûra Zêrîngeran a Colemêrgê Sebahadîn Şen wiha axivî:

"Bihabûna zêr girêdayî axaftinên Trump û siyaseta Tirkiyeyê ye. Siyaseta Tirkiyeyê ma tu nabînî wekî ku li ser pêlên behrê be.

Ji ber van sedeman biha hinek zêde bû lê niha aram e. Bila miletê me li kû pereyên xwe hebin hemî bikin zêr.

Ewê bêhtir bilind bibe. Ne dolar ne Euro, hema bila zêr bistînin."

Tirkiye li cîhanê yek ji wan welatan e ku berhemanîneke zêde ya zêr lê tê kirin.

Li gorî raporên fermî, rezerva zêr a Tirkiyeyê 479 ton e û Tirkiye li cîhanê di rêza 11an de ye.

Heta niha li Tirkiyeyê salane dora 40 ton zêr tê berhemanîn.

Armanca desthilatê ew e da ew rêje bigihîje 100 tonî. Lê tevî vê jî hêza welatiyan bo kirîna zêr her ku diçe lawaz dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst