Li Agiriyê destdirêjî û îstismara zarokan: Kî çi çima vedişêre?

28-12-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Agiriyê destdirêjî û îstimara zarokan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Li Agiriyê destdirêjî û îstimara zarokan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Agirî Destdirêjî Erkan Kosedag
A+ A-

Agirî (Rûdaw) - Bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê van rojan bi destdirêjiya li hemberî zarokan a ji aliyê alîkarê rêvebirê daîreyekê diçelqe.

Li gor îdiayan, Erkan Kosedagê tawanbar demeke dirêj e destdirêjiyê li gelek zarokan dike.

Li bajêr gelek kes û sazî li hemberî vê bûyerê bêdeng mane ji ber ku têkiliyên eşîrî bi qewet in û dozgeriyê jî qedexe daniye ser dosyayê.

Kosedag li bajarê Yozgatê hat girtin û niha di girtîgehê de ye.

Aliyên pêwendîdar dixwazin Kosedag bi awayekî giran were cezakirin.

Erkan Kosedag bixwe jî xelkê Agiriyê ye û mensûbê eşîreke mezin û malbatekê ye ku li bajêr naskirî ye.

Kosedag di heman demê de Serokê Federasyona Kulûbên Amator e ji ber vê jî her di nava zarokên werzişvan de bûye.

Peyam û foto eşkere bûn

Peyam, foto û qeydên dengî yên ku wî ji zarokan re şandine îfşa bûn. 

Ji ber ku erkê wî bilind û dora wî jî bi siyasî û burokratan tije ye mijar heta niha veşartî maye.

Di vê navê de jî hejmara zarokên mexdûr zêde bûye.

Temamê wan zarokan kur in û temenê wan jî di navbera 16 û 20î de ye.

Mirovê qurbaniyekî yê bi navê S.T. ku nexwest bê naskirin ji Rûdawê re got:

“Dema me bihîst me nizanî em çi bikin ji ber ku tiştekî felaket bû. Em şaş bûn. Wan hevdû nas dikir. Wan xwarin bi hev re dixwar.

Ew zarok çûne derve. Ji wan re nivîsîbû û me bihîst ku tiştên wiha teklîfî zarokan kirine. Hevalên zarokan hatin ji me re gotin.

Me jî derdorê nihêrî me mesajên zarokan xwendin. Ji xwe mesajên zarokan her tişt eşkere dikir. Paşê me serî li dozgeriyê da û ew ketin dewrê.”

“Malbatan xwest Erkan Kosedag ji bajêr derkeve”

Hejmara zarokên mexdûr ne diyar e û malbat jî ji ber tekiliyên eşîrî û derneketina navê wan bêdeng in.

Tenê du malbatan giliyê Erkan Kosedag kiriye û li pişt mijarê disekinin.

Piştî ku haya wan ji mijarê bûye, wan ji malbata Kosedag xwestiye ku ew bajêr terk bikin.

Lê hin kesên ku rikeberiya Kosedag li cihê kar dikir xefik li ber wî daniye û mijar jî wan eşkere kiriye.

Malbat ditirsin hin tiştan derxin holê

S. T. herwiha got:

“Hinek malbat ditirsin ku wan tiştan derxin holê. Yan zarên xwe dûr digirin lê zar pir in. Ew dê cezayê mezin bixwe. Derdê me ew e bila dernekeve derve û dîsa neyê wezîfeya xwe.

Bila dîsa wan zarên biçûk mexdûr neke. Ne ev bûyer tenê heye. Ji birek zaran re nivîsiye lê zar ditirsin. Malbat ditirsin.

Kes van îşan dernaxe derve, nadin dozgeriyê. Em dixwazin cezayekî zêde bixwe. Ew zar hatin vî halî bila zarên din neyên.”

Kosedag niha li benda darazê ye

Kosedag niha li benda darazê ye û malbat jî aş bûne da ku biryar ji hêla dadweriyê ve bê zelalkirin.

Lê derûniya zarokên mexdûr, her du zarokên Kosedag bixwe, hevjîna wî û malbatan di xema kesî de nîne.

Serokê ÎHDyê yê Agiriyê Cengîz Oruç jî got:

“Em wekî şaxa ÎHDyê ya Agiriyê dixwazin bibin midaxîlê bûyerê û em dê niha daxwaznameyekê jî bidin dozgeriyê. Êdî qebûl bikin an nekin teqdîr a wan e.”

Parêzer Azad Akbulut jî got:

“Dema em li tawanbarên van mijaran dinêrin temamê wan endamên malbatên bihêz in. Li pişt wan hin pêwendiyên siyasî derdikevin û sloganên siyaseta desthilat her di devê wan de ne.

Li hêla din, di bin navê Îslamê de kiryarên wiha dikin. Ew tişt nîşaneya wê yekê ye bê ka civak çawa genî bûye û guvaş civakekê tîne çi halî.”

Bûyereke Erkan Kosedag sala 2016an jî hatiye bihîstin

Li gorî îdiayan, sala 2016an jî dîsa mijareke wiha ya Erkan Kosedag hatiye bihîstin lê hewla derbeya 15ê Tîrmehê ketiye ber û mijar hatiye piştguhkirin.

Destdirêjî, îstismar û xirabiya li hemberî zarokan li Agiriyê bûye çiyayek, tawanbar ne yek û 5 û 10 in û hemû jî karmendên fermî ne.

Lê bandora eşîrîbûn û pêwendiyên siyasî wan tawanbaran diparêzin û ew jî dike ku mexdûr zêde bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst