Nêrîna xelkê Esenyurtê li ser berbijêrê CHPyê yê wê navçeyê

16-03-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nêrîna xelkê Esenyurtê li ser berbijêrê CHPyê yê wê navçeyê
Nêrîna xelkê Esenyurtê li ser berbijêrê CHPyê yê wê navçeyê
Nîşan Esenyurt CHP Prof. Dr. Ahmet Ozer Kurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) –  Stenbol (Rûdaw) - Di çarçoveya hilbijartinên xwecihî de li hin navçeyan bi navê “Hevbendiya Bajêr” tifaqek di navbera CHP û DEM Partiyê de hatiye avakirin û her du partî piştgiriya hevûdin dikin.

Yek ji wan jî mezintirîn navçeya Stenbolê Esenyurt e.

Esenyurt ji 57 bajarên Tirkiyeyê mezintir e. Zêdeyî milyonek nîfûsa wê ye û piraniya şêniyê navçeyê jî Kurd in.

Prof. Dr. Ahmet Ozer ku xelkê Wanê ye li ser lîsteya CHP hatiye nîşandan. DEM Partî, Demokrat Partî, TİP û gelek derdorên cûda jî piştevaniya Ozer dikin li navçeya Esenyûrt. Xelkê navçeyê nêrîna xwe di derbarê vê hevbendiyê de ji Rûdawê re vegotin.

DEM Partiyê li 22 navçeyên Stenbolê namzedên xwe dernexistine û ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku li wan navçeyan piştgiriya berbijêrên CHPyê bikin.

Dengderên DEM Partî ji vê hevpeymaniya ku di bin navê Hevbendiya Bajar de hatiye kirin, ne razî ne.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk ji xelkê pirsiye û bersiv jî ev in.

“Ti alîkariya CHPyê ji bo Kurdan nîne”

Welatiyê bi navê Mehmet Alî Tunç got:

“Ti alîkariya CHPyê ji bo Kurdan nîne. Eger ku piştgiriya wan hebûya, dema ku parêzbendiya serokê me li meclîsê hat rakirin piştgiriya wê nedikirin.

Serokê me hat girtin li pişt nesekinîn. Niha dema hilbijartin tên, dibêjin silav ji bo Selehattîn Demîrtaş.

Ne selam be. Wexta ku kete hepsê hun li kû derê bûn.

Dema hilbijartinan dibin dostê me lê dema hilbijartin nebin dibin dijminê me. Em vê qebûl nakin.

Alîkariya wan ji bo me sifir e. Ji miletê xwe re xizmetê dikin lê dema dor tê Kurdan xizmet nîne.”

“Şarêdarê CHPyê salonek jî layiqî me nedît”

Welatî Mustafa Karakaya jî got:

“Weleh ez tenê ji bo şaredarê Antalya Muhîttîn Bocek bêjim, me ewqas piştgirî dayê û hat hilbijartin lê wî salonek jî layiqî me nedît.

Me hêvî dikir CHPyê ew însan careke din nekira berbijêr.

Wekî li hemberî Kurdan kiribin berbijêr û dibêjin didin nadin hun dizanin.

Miletê me Kurd ew yek aqil nekir. Li Esenyurtê jî Ahmet Ozer mirovekî heyfê ye.

Testê wî hene û rabirdûya wî diyar e. Em divê neyêne xapandin û vî mêrkî xerkç nekin.”

“Kesê ku hat divê xizmetê bike”

Welatî Duran Eroglû jî got:

“Weleh em li benda xizmetguzariyê ne. Kesê ku hat divê xwedî derkeve li milet û welatê xwe.

Em kesên wiha dixwezin. Hema tu werî û li vê meydanê biaxivî biçî nabe. Niha kesê ku hat divê xizmetê bike. Li kuçeyan binêre li milet binêre.”

Welatî Şentûrk Şandanli jî wiha got:

“Weleh helbet me pêdivî bi berbijêrekî ciwan hebû. Ji bo ku Esenyurt geş bibe û pêş bikeve em li benda xebatkirina wî ne.”

“Em aştî û dadweriyê dixwazin”

Welatî Sabrî Onûr derbaê namzedê CHPyê yê Esenyurtê wiha axivî:

“Piştî ku ew kes bû şaredar em li bendê ne li Esenyurtê aramî pêk were.

Bi awayî birêkûpêk bi biratî jiyanek li vir bê dabînkirin. Înşala ew yek dê bibe jî. Em aştiyê dixwazin, jiyanek bi aramî û dadweriyê dixwezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst