Ji bo yên ku nikarin biçin Wanê, Wan anîn Stenbolê

24-11-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Wan Stenbol Danasîn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Ji bo danasîna berhemên xwemalî yên Wanê, cih û warên geştyarî û dîrokî û her cure taybetmendiyên wî bajarî li Stenbolê 4 rojan bernameyeke taybet tê lidarxistin.

Di çarçoveya Rojên Wanê de hejmarek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û naskiriyên Wanî jî amade ne.

Bi panel, konser, pêşangeh û dîdarên taybet beşdar dê hem xelkê Wanê nas bike û hem jî karibin sûd ji berhemên Wanê wergirin.

Cor bi cor penêrê sîrik, taşteya ku êdî lî cîhanê bi navûdeng dibe, nebat û çêjên çiyayên bilind, pisîka çavrengîn û cih û warên dîrokî yên Wanê ne.

Lê ew der ne Wan, Stenbol e. Ji bo danasîna vî bajarî bernameyeke taybet a bi Wanê bi rê ve diçe û beşdar kêfxweş in ji bo vê derfetê.

“Dê Wan bibe bajarê ku herî zêde bêhsa wî bê kirin”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva got:

"Bi rastî em piçekî dereng man lê tevî wê yekê jî em bi hêvî ne ku di nava çend salan de Wan wê bibe ew bajar ku di nava 81 bajaran de herî zêde behsa wî bê kirin.”

Sazî û dezgehên Wanê, siyasetmedar û kompanyayên geştyariyê bi hevahengiyê danasîna bajarê xwe dikin.

Cara duyem e ku bi heman mebestê li Yenîkapiya Stenbolê ew dîdar bi rê ve diçe û reng û bêhna Wanê bi hemû taybetmendiyên xwe yên din li ser standan amade ye.

Hadî Cîntan diyar kir, “Sîrik ji xwe ya Wanê ye. Patent li ser navê Wanê ye.

Tabî em didine Colemêrg, Sêrt û bajarên din jî. Em ji vê bernameyê gelekî memnûn in.”

“Yên ku nikarin biçine Wanê, em her tiştî ji bo wan tînin vê derê”

Seyfî Dûman jî anî ziman, “Yên ku nikarin biçine Wanê, em her tiştî ji bo wan tînin vê derê.

Bila ew jî bêne vir û çi lazim be bikirin. Hingiv e, sîrik e çorek û ji çi hez dikin.”

Fehmî Halaburt got, “Memleket dûr e em her tim nikarin biçin.

Lê dema ku tiştan tînin vê derê xweştir dibe û em kêfxweş in.

Penêr ê me ye, sîrik a me ye û dema hate vir ji bo me gelekî baş dibe.”

Nivîskarên Wanî, hunermend û dîwana dengbêjan, reng û balkêşiyên folklorîk ji bo Stenbolî û Waniyên ku li vî bajarî ne têne nîşandan.

Li gorî texmînan derdora 350 hezar Wanî li Stenbolê dijîn û ew bername jî Wana dûr ji bo wan nêzîk dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst