Stenbol (Rûdaw) - Pêşangeha pirtûkan a herî mezin a Tirkiyeyê ango TUYAP îsal careke din bi amadekariyên mezin bi rê ve diçe.
Di çarçoveya pêşangehê de bi sedan nivîskar û zêdetir ji hezar wêşanxane li Stenbolê ne.
Her roj bi hezaran kes diçin seredana pêşangehê lê xwînêrên Kurd îsal bi hêviyên şikestî ji pêşengehê vedigerin ji ber ku tenê du wêşanxaneyên Kurdî beşdarî bûne.
Li hêla din, tevî pêşangeh û dîdarên wiha mezin, asta xwendinê li Tirkiyeyê her roj kêm dibe.
Li gorî amaran, asta xwendinê li nava Tirikyeyê ji sedî 0,1 e.
Li Stenbolê careke din wextê cejn û şahiya pirtûkan e.
Rojane bi hezaran kes ji bo beşdarî li pêşangeha pirtûkan a herî bikin berê xwe didin vê navendê.
Lê ji ber mesrefê zêde tenê du wêşanxaneyên Kurdî beşdarî 40mîn pêşangeha pirtûkan a TUYAPê dibin ku bi giştî dora hezar wêşanxane beşdarî bûne.
“Bi hezaran wêşanxane li vir in lê Kurd nînin”
Gerînendeyê Nûbiharê Suleyman Çewîk got, “Bi hatina vir helbet em kêfxweş in lê ji hêla aboriyê ve em ne kêfxweş in.
Lê dîsa jî, wêşangeriya me ne ticarî ye. Ne ku em ji bo ticaretê li vir in.
Em dibêjin ew xizmetek e, em divê li vir bin. Ew tiştekî lazim e.
Her di şertê giran de jî divê meriv were. Bi hezaran wêşanxane li vir in lê Kurd nînin.
Di warê nifûsê de Kurd ji sisêyan yek in lê du heb wêşanxaneyên Kurdî hebin ew kêmasî ye.”
Di çarçoveya pêşangeha pirtûkan de ku li ser 40 hezar metre sêgoşe û li 10 holan bi rê ve diçe, zêtedirî 400 çalakiyên hunerî jî bi rê ve diçin.
Herwiha ji dehan welatan dora du hezar nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin.
“Naxwazin gel xwe bigihîne pirtûkan”
Nivîskar û Serokê Weqfa Beşikçiyê Îbrahîm Gurbuz anî ziman:
“Pêşangeh gelekî biha ye. Wêşanxaneyên Kurdî di vê rewşê de nikarin cîh bigirin. Ew polîtîkayeke ne baş e.
Mixabin naxwazin gel xwe bigihîne pirtûkan û bixwîne. Astengiyan derdixin. Ji bo cihekî 40-50 hezar lîre pere dixwazin.”
Îsal hejmareke wêşanxaneyên Makedonya, Almanya, Çîn, Romanya û Îranê jî beşdariyê li pêşangehe dikin.
Tevî ku bihayê pirtûkan zêde û xwendin êdî her ku diçe dibe tiştekî luks jî beşdar kêvxweş in.
Welatî Kemal Tencî diyar kir “Pêşangeh bi min baş e û eleqe gelekî zêde ye.
Lê ji ber ku pirtûk biha ne gihîştina wan jî zehmet dibe. Li derveyî welêt ew hêsantir e û rewş baştir e.”
Bazara pirtûkan ji sedî 13 kêm bûye
Li gorî rapora Yekîtiya Wêşangeran, bazara pirtûkan li Tirkiyeyê li gorî sala 2021an di sala 2022yan de ji sedî 13,3 kêm bûye.
Herwiha asta xwendinê jî gelekî kêm e û pirtûk li Tirkiye di lîsteya pêdiviyan de di rêza 235an de cih digirin.
Nivîskar Mûrat Uyurkulak got, “Wekî hûn dizanin 100 saliya komarê ye û meyla welêt li pêşketin, ronîbûn û gihîştina şaristaniyê ye.
Eger desthilat jî wiha bûya dibû ku asta xwendinê jî bilindtir bibûya.”
Tirkiye li cîhanê di rêza 18an de ye
Li gor amarên UNESCOyê Tirkiye li cîhanê di warê xwendinê de di rêza 18an de ye.
Ji sedî 75ê civakê qet pirtûkan naxwîne û ji sedî 40 xelkê qet neçûye pirtûkxaneyekê.
Lê tevî vê yekê jî tê payîn ku nêzî 500 hezar kes biçe serdana vê pêşangehê ku wê 9 rojan berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse