Suphî Ozgen: Eger dadgeh îtiraza min qebûl bike ez dê dîsa heta Enqereyê bimeşim

25-07-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Suphî Ozgen Kurdî Peymana Lozanê Komeleya HezKurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Komeleya HezKurdê Suphî Ozgen, ji bo ku balê bikşîne ser Kurdî dixwest ku ji Stenbolê heta Enqereyê bimeşe lê polîsan rê nedaye. 

Eşkere bû ku parêzgariya Stenbolê ew meş qedexe kiriye û rê nehate dan ku Suphî Ozgen dest bi meşa xwe bike.

Ozgen dide zanîn ku ew dê îtirazî wê biryarê bike û her bi çi awayî be ewê meşa xwe bide destpêkirin.

Serokê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Parêzer Suphî Ozgen biryar dabû ku di roja sedemîn salvegera Peymana Lozanê de ji Stenbolê bo Enqereyê meşekê bide destpêkirin.

Mebesta Ozgen statuya zimanê Kurdî bû lê dema ku ji tramvayê peya bû polîs dora wî girt û wan rê nedayê ku çalakiya xwe bike.

Serokê Komeleya Hezkurdê Suphî Ozgen dibêje “Armanca min ev bu ku daxwaza mafê Kurdî bînim rojeva raya giştî ya hundirê welêt û derveyî welêt û herwiha rayedarên Tirkiyeyê.

Ji bo ku îro salvegera îmzekirina Lozanê ye min dê îro dest pê bikira. Ji ber ku wan qedexe kir, ez ê ji serî de îtirazî wê qerarê bikim. Eger dadgeh îtiraza min qebûl bike ez ê îlan bikim û kengî be jî ez ê dîsa bimeşim.”

Polîsên ku rêya wî birîn, biryara walîtiya Stenbolê jî nîşanî wî da. Parêzgarî weke hincet mixalefeta li hemberî qanûna meş û çalakiyan nîşan dide.

Parêzer Ozgen jî li Komeleya Mafê mirovan a Stenbolê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew dê îtirazî qedexeyê bike û biryara xwe ya meşê bi awayekî bi cî bîne.

Rêvebirê Komeleya Hezkurdê Giyaseddin Abûşak got, “Qedexekirina vê meşê yekser vêya hanê ji me re îspat dike ku dibên li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan, Kurdî êdî nemaye, qediyaye, her kes wek hev e tiştekî vala ye.”

Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî ku navenda wê li Stenbolê ye ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê gelek xebatan dike. Bi taybetî di demên serlêdana dersên bijarte de jî vê komeleyê bi belavok û xebatên din bal dikişand ser vê mijarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst