Dengderên HDPê ji partiya xwe nerazî ne, HDP dê çawa xwe nûjen bike?

07-06-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan HDP Nerazîbûn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Piştî encamên hilbijartinan niqaşên ku dest pê kirine her ku diçe zêdetir û tundtir dibin. Demîrtaş eşkere kiribû ku di qonaxa heyî de dev ji siyaseta aktîf berdide. Bi taybetî li ser torên civakî banga îstifayê ji bo rêvebir û hevserokan tê kirin. Herdû hevserokan jî eşkere kirin ku ew dê herin kongreyê û nebin namzet.

HDP niha li devê du rêyan e. Li hêlekê hevkariya bi çepên Tirk re û polîtîkaya ‘Tirkiyeyîbûnê’ li hêla din vegera ser xeta Kurdî. HDP di van rojan de hemû lijneyên xwe vexwendine civînan û herkes çaverê ye bê ka wê HDP çawa xwe veguhêze ango nûjen bike.

Hilbijartinên dawîn li Tirkiye hemû partiyên siyasî û siyaseta giştî jî tûşî mihasebe û serobinbûnekê kir. Partiya ku nîqaş gelekî tund in û di nava lêgereke nû de ye jî HDP ye. HDP him dengên xwe û him jî hejmara parlementeran kêm kir. Gelo sedem çi ne û HDP ewê ji vê ezmûnê encameke çawa derxe û berê xwe bide ku?

Hevserokê HDP yê Stenbolê Ferhat Encû got “Kesê ku bixwaze di vê siyasetê de gotineke xwe bibêje, şaşitiya ku dibînin bibêjin ew gotin divê di wan civînan de bên bilêvkirin. Tirkiyebûyîn şaş tê fêmkirin. Weke partiyên çep an partiyên cudatir di siyaseta Kurdan de, di siyaseta HDPê de serwer bin, ev ne wisa ye. Ne ku em ber bi Tirkbûnê ve diçin.

Hejmara parlementerên HDPê li gor hilbijartina 2018an ji 67an daket bo 61an. Di nava ên heyî de jî hejmareke zêde yan ne kurd in yan jî endamên partiyên çep in. Nîqaşên ku di nava HDPê de destpêkirine niha li Enqere bi tundî birêve diçin. Fatûraya encama hilbijartinan çawa û ji kê re derdikeve ewê di rojên pêş de eşkere bibe. Gazinc in xelkê cûrbecûr in.

Welatî Abûzer Kaya dibêje “HDPê Kurmancan kirine dewsa krîzan, ne geriyan. Gotin qet nebe ezê li ser kursiyê xwe rûnêm ew dê dîsa dengên xwe bidin min. Ez ji te re bibêjim li vê taxê hîç xebat nekirin. Li seranserê Tirkiyê xebat nekirin. Bi Kiliçdaroglu re xelek kirin. Wan berbijêrê xwe derxistibana ji bo ku dengên wê nekebin. 8 parlamneterên me yên li Stenbolê her 8 Tirk in, em wan nas nakin. Wek mînak di ber min re derbas dibûn silav nedidan min. Tu bî tu dê çi biki?”

Welatî Mehmet Emîn Kavak anî ziman “Lîderek li serê nîne, lîder ew bû ku kirine hepsê. Lîder Selahattîn Demirtaş bû her kesî jê hez dikir ew kirin zindanê. Hema di vê hilbijartinê de me nedît lîderek axivî. Ji ber wê yekê kêm kirin.”

Welatî Xeyriye Aka diyar kir “Welle ez jî nizanim. Tiliyên destê mirovan ne weke hev in. Welle eger mirov yek bin xweş e, mirov li dû hev be xweş e, zimanê mirov yek be xweş e. Ê em çi bikin em ji hev re xayin in. Em çi bikin? Em jî nizanin.”

Li gor nêrînekê polîtîkaya ‘Tirkiyeyîbûnê’ îflas kiriye û kontrola çepên Tirkiye û partiyên çep bi pêş xeta Kurdî ketiye û vê jî kiriye ku ew encam derkeve. Demîrtaş eşkere kiribû ku dev ji siyaseta aktîf berdide. Herdû hevserokên partiyê Sîncar û Bûldan jî eşkere kirin ku ew dê di kongreyê de dev ji hevserokatiyê berdin. Nîqaşên nava HDP ji texmînan jî tundtir berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst