Tuncer Bakirhan: Em dê ji bo azadiya Kurdan siyasetê bikin

16-10-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tuncer Bakirhan HEDEP YSP Kongre
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan got “Em nû dest pê dikin. Em dê ji bo çareseriyê û ji bo azadiya Kurdan siyaset bikin.”

4emîn kongreya Partiya Çepên Kesk bi dirûşma “Dîsa ji bo Azadiyê” li Salona Werzişê ya Ataturkê ya Enqereyê hat lidarxistin.

Çav û guhê siyaseta partiyên Bakurê Kurdistanê li kongereya Partiya Çepên Kesk bû.

Ji ber ku piştî şikestina hilbijartinan lêger û danûstandinên navxweyî yên HDP û Partiya Çapên Kesk li salona kongreyê digihîjin encamekê.

Bi boneya kongreya Partiya Çepên Kesk hemû kadroyên siyaseta Bakurê Kurdistanê, pêşeng û rûspî û jin û ciwan amade bûn.

Di kongreyê de him navekî nû li partiyê hat kirin û him jî hevserokên wê hatin hilbijartin.

“Navê hemû partiyên hatine girtin di navê HEDEPê de heye”

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk da zanîn ku ji sala 1990î ve ji bo siyaset û siberoja gelê Kurd xebata xwe berdewam dikin û got:

“Ji 1990î heta niha evpartiyên me yên ku hatine girtin, em navê giştan careke din bînin bîra xwe.

Ji ber vî awayî ev nav, hem HEP, hem HADEP, hem DEP, hem DTP navê van hemû partiyan îro di navê vê partiyê de ne.

Çawa berxwedana gelê me het îro berdewam kiriye, ji bo siyaseta gelê Kurd, ji bo pêşeroja gelê Kurd îro jî xebata me berdewam dike.”  

Ji ber ku li Enqereyê saloneke mezintir bo kongreyê nehate terxankirin, Partiya Çepên Kesk kongreya xwe li vê hola biçûk li dar xist.

Li hundir û li derdorê ew coş û kelecanê kongreyên berê nîne lê ji bo hevserok û navê nû hêvî zêde ne.

“Rexneyên dostan û ên gel li ser serê me ne”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik got ku dê guhê xwe bidin rexneyên xelkê xwe û pê de çû:

“Rexneyên dostan ên gel li ser serê me li ser çavên me lê hinek rexne jî ne bi dostanî ne. Em tevên kêmasiyên xwe dibînin. Em dibînin li kû çi kêmasî heye.

Ev kongre jî ji bo vê çêbû. Jixwe geşbûneke mezin heye, talebekî mezin heye, gel jî dixwaze. Kêmasiyên me li kû bin em dê kêmasiyên xwe tevan bibînin û rêya xwe dewam bikin.”

Piştî xwendina raporan û pesendkirina pêşniyazan navê Partiya Çepên Kesk wekî HEDEP ango Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan hat guhertin.

Herwiha Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari bûn hevserokên partiyê.

“Em dê ji bo azadiya Kurdan siyasetê bikin”

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan jî wiha anî ziman:

“Em nû dest pê dikin. Em dê ji bo çareseriyê û ji bo azadiya Kurdan siyaset bikin.

Em dixwazin yekîtiya Kurdan xurt be. Her parçe di derdê xwe de ye. Doza me wisa naçe serî.

Înşellah me dê li ser HEDEPê di nav Kurdan de yekîtiyeke xurt, têkoşîneke xurt, biratî û aştiyê bînin.”

Meclîsa Partiyê, Lijneya Rêveberiya Nevendî û hemû beşên din yên rêvebirinê jî hatin nûkirin.

Di axaftinên ku hatin kirin de jî bêhtir amaje bi operasyonên li hemberî Rojava, çareseriya pirsa Kurd, tecrîda li ser Ocalan, têkoşîna jinan û mijara Filîstîn û Îsarîlê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst