Hewlêr (Rûdaw) - Mezûnên Kurdolojiyê, ji ber ku nikarin stajê bibînin mafê mamostetiyê bi dest naxin.
Derçûyên ku giliyên xwe ji Rûdawê re ragihandin gotin, “Em çiqasî serkeftî jî bin, em nikarin mafê mamostetiyê qezenç bikin. Ji ber ku em nikarin stajê bibînin.”
Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê yek ji wan çar zanîngehan e ku beşên Kurdolojiyê lê hene û lîsansa mamostetiyê lê tê wergirtin.
Xwendekarên Kurdolojiyê yên ku dê sala bê bibin mamosteyên Kurdî ji ber ku wergirtina formasyonê li wan ferz e, divê li ba mamosteyekî Kurdî staja xwe bikin da hingî bibin mamosteyên fermî.
Lê li Mûşê tenê yek mamoste jî nehtiye erkdarkirin û ew xwenedekar dereceya herî bilind jî wergirin dê nikaribin bibin mamosteyên Kurdî.
“Em nikarin mamostetiyê bikin”
Yek ji derçûyên beşa Kurdolojiyê Gazî Tekîn ji Rûdawê re got:
“Bi hêviya pêşxistina ziman û ji bo ku em zimanê xwe hînî nifşê nû bikin me xwend.
Em dê îsal mezûn bibin lê mixabin pirsgirêka me ya stajê çêbû. Eger em formasyona xwe temam nekin, em bikevin KPSSyê û sed puanî jî bigirin fêde nake. Em nikarin mamostetiyê bikin.”
Derçûya beşa Kurdolojiyê Rozerînê got:
“Ev 4 sal in ez li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê wêjeya Kurdî dixwînim.
Îsal me dersên formasyonê girtin lê me staj nedît. Ji ber ku me stajê nekiriye em çi bikin jî em dê nikaribin mamostetiyê bikin.
Daxwaza me ew e ku mafê me yê stajê bidin me, da em karibin mamostetiyê bikin.”
“Em dixwazin wekî mamosteyên Kurdî dersan bidin”
Xwendekaran Mûrat Tatli wiha anî ziman:
“Daxwaza me ew e ku pirsgirêka stajê ji pêşiya me were rakirin.
Em dixwazin staja xwe bibînin û wekî mamosteyên Kurdî dersê bidin.”
Di van deh salên çûyî de ku Kurdolojî li vê zanîngehê vebûye ta niha dora 500 xwendekar lê perwerde bûne û wan mafê mamostetiya Kurdî wergirtiye.
Îsal jî 8-9 kes heman pêvajoyê diqedînin û mafê mamostetiyê werdigirin lê Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ew du sal in pîvanên dayîna stajê guhertine û pirsgirêkeke teknîkî bûye astengî li ber staja mezûnên Kurdolojiyê.
Sala çûyî jî 12 kes mezûn bûne lê ji ber vê astengiyê nikarîne formasyona mamostetiya Kurdî wergirin.
“Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) jî di derbarê vê de nivîseke fermî û erênî ji me re şand”
Serokê Beşa Kurdolojiyê Şêxmûs Orkîn derbarê mijarê de got:
“Zanîngeha Alpaslanê ya Mûşê ji bo xwendekarên beşa Kurdolojiyê jî wekî beşên din formasyona xwe bistînin xebitî.
Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) jî di derbarê vê de nivîseke fermî û erênî ji me re şand.
Lewra di wezaretê de, di du salên dawî de karên formasyonê li ser modeleke elektronîkî tê meşandin.
Di vê modelê de jî ji ber ku Wezareta Perwerdeyê mamosteyên beşa Kurdolojiyê tayîn nekirine ev pirsgirêka teknîkê rû dide.
Xwendekarên beşa Kurdî ji ber vê sedemê nikarin di dersên formasyonê de dersê bigirin."
Li Tirkiyeyê nêzikî 210 zanîngehan hene û ji van tenê li 4 heban beşên Kurdolojiyê hene.
Hejmara kesên ku li van zanîngehan heta niha mafê mamostetiyê wergirtiye ji 2 hezaran derbas bûye.
Lê ji wan heta niha 200 kes jî nehatine tayînkirin û piraniya wan an bêkar an jî li beşên din berdewam dikin.
Herî dawî ji bo demsala nû ya perwerdeyê tenê 50 heb mamosteyên Kurdî hatin erkdarkirin û ji sedî 99ê dibistanan mamosteyên Kurdî nînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse