Kurdên Stenbolê Gaxan pîroz kir

31-12-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Kurdên Stenbolê Gaxan pîroz kir/Wêne: Rûdaw
Kurdên Stenbolê Gaxan pîroz kir/Wêne: Rûdaw
Nîşan Gaxan Sersala Kurdî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Komeleya Navçeyên Çewligê ango KAY-DERê li Stenbolê bi beşdariya gelek Kurdên bajêr Şeva Gaxanê ango pîrozbahiya sersalê li dar xist.

Di dîdara sersala kurdî de dîmenên balkêş derketin. Edet û kevneşopiyên Bakurê Kurdistanê di merasîmê de hatin nûjenkirin.

Beşdarên pîrozbahoyê kêfxweşiya xwe bi Rûdawê re parve kir.

Piştî dem û dewraneke dûr û dirêj li Stenbolê ji nû ve sersala Kurdî hat pîrozkirin.

Li vê hola mezin a Şaredariya Stenbolê bi taybetî Çewlîgiyên ku li Stenbolê dijîn li hev kom bûne da bi form û motîfên herêma xwe sersalê pîroz bikin.

Bername ji hêla komeleya çar navçeyên Çewlîgê ango KAYY-DERê ve hat sazkirin û hejmareke zêde xelkê navçeyê bi xeml û coş beşdarî bûn.

“Vejandina vê kevneşopiyê jî erkê me ye”

Serokê KAYY-DERê Ahmet Tuzun wiha anî ziman, “Şeva Gaxanê li herêma me li herêma Dêrsim û li Herêma Serhedê kevneşopiyeke dêrîn e ku sersalê tê pîrozkirin.

Jiyandin û vejandina vê kevneşopiyê jî erkekî me ye û em erka xwe bi vî şiklî bi cih tînin.”

Di pîrozbahiya bernameya bi navê Şeva Gaxanê de ku bi dem û semahê dest pê kir koma dengbêjan û koma jinên stranbêj ku di bin banê KAYY-DERê de perwerde bûne, koma folklorê ya zarokan derketin ser dikê.

Bi taybetî navsereyên beşdar bîranînên xwe yên zarokatiyê careke din bi bîr anîn.

Li beşdaran jî şîva taybet bi sersalê ango "Zerfet" hat belavkirin û govenda Kurdî bi coş geriya.

Welatî Hulya Açikalinê got, “Îşev şeva me Kurmancan e. Şeva me ya Gaxanê ye û ji bo me pir rind e em tevî keç û hevalên xwe hatine vê derê.”

“Dema ku em hatin van bajaran me ew ji bîr kir”

Welatî Hesen Xêrîdiyar kir, “Em zarok bûn kal û fatik çêdikirin. Ew digeriyan û em pir kêfxweş dibûn lê dema ku em hatin van bajaran me ew jibîr kir.”

Welatî Huseyîn Çelebî axivî, “Zarokatiya me de kal û fatik çêdikirin û gaxan pîroz dikirin.

Ew digeriyan ma bi mal û tişt berhev dikirin û dibirin li malekê çêdikirin. Zerfet dixwarin û kêf û coş bû.”

Ciwanekî Çewlîgî di şevê de teklîfa zewacê li destgirtiya xwe kir û ahenga şevê bi cilûbergên neteweyî yên jinên Kurd berdewam kir.

Di dawiya bernameyê de jî yek ji edetên Kurdî ango Kal û Fatik derketin ser dikê, xelkê bi coşeke mezin ew pêşwazî kirin û beşdarî vê lîstika gelêrî bûn.

Sersala Kurdî li Stenbolê bi beşdariya hejmarek siyasetmedarên herêmê, bi govend û şoxûşengeke zêde bi dawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst