Ekrem Îmamoglu ji sibê heta nîvê şevê bername li ser bernemeyan li dar dixe

11-03-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Ekrem Îmamoglû ji bo ku careke din şaredariya Stenbolê qezenc bike, bi şev û roj li qadê ye
Ekrem Îmamoglû ji bo ku careke din şaredariya Stenbolê qezenc bike, bi şev û roj li qadê ye
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê bi nêzikbûna hilbijartinên herêmî re kampanya û bangeşeya namzedan jî bêhtir gur û germ dibe.

Tevî ku hejmareke zêde partiyên siyasî û namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin jî çavê her kesî li ser namzedên AK Partî û CHPyê ne.

Namzedê CHPyê û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî lez daye bangeşeya xwe û hema her roj ji şefaqê heta nîvê şevê bername li ser bernemeyan li dar dixe.

Ekrem Îmamoglû li hêlekê projeyên nû dide destpêkirin û hinekan vedike, li hêlekê jî soza projeyên xwe yên nû pêşkêşî xelkê dike.

Taxa Kurdan her sal dikeve ber lehiyan

Navçeya Kuçukçekmece û Taxa Kanaryayê ku beşeke zêde ji niştecihên wê Kurd in, her sal bi mijara baran û lêhiyan dikeve rojevê û gleek caran ew yek bûye sedema mirinan jî.

Şêniyê xelkê îro ji bo temel danîna projeyeke nû mazûvaniya şaredar û namzedê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Serokê Giştî yê CHPê kir.

Ew proje eger biçe serî dê metirsiya lêhiyê li ser taxê rake.

Welatî Riza Akmelek got, “Ez ji sala 78an vir ve li vir dijîm. Îmamoglû xizmeteke xweş ji bo xelkê dike. Em jê hez dikin û em dê piştgiriya wî bikin.”

Welatî Fatma Kevanê jî got, “Bi rastî mêrik baş e, xizmeteke baş dike, em jê razî ne û em piştgiriya wî dikin.”

“Îmamoglû cûdakariyê nake navbera xelkê”

Welatî Yuksel Polat jî diyar kir ku Ekrem Îmamoglû cûdakariyê nake navbera xelkê û got:

“Dema xizmetê dike nabêje filan kesî piştgiriya min nekiriye û filan kesî kiriye. Ew tişta herî girîng e û em dê ji bo vê yekê piştgiriya wî bikin.”

Îmamoglu bi şev roj li qadê ye

Ekrem Îmamoglû ji bo ku careke din şaredariya Stenbolê qezenc bike, bi şev û roj li qadê ye.

Weke hevrikê xwe yê berbijêrê AK Partiyê Murat Kurum ww jî hewleke gelekî zêde dide da xelkê bi soz û gotarên xwe razî bike da careke din bibe şaredarê Stenbolê.

Kelecan zêde ye herwiha hêvî jî bilind in.

Îmamoglu di gotara xwe de ji projeyên xwe bêhtir bersiva tawanên desthilatê yên di derbarê xwe de dide.

“Ew cihêkar in lê em yekalîkar in”

Namzedê Şaredariya Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglû got:

“Ew hilbijartin dê çibebe hun dizanin? Ew dê bibe hilbijartineke di navbera cihêkaran û yekalîkiran.

Ew cihêkar in lê em yekalîkar in. Ew hilbijartin di navbera takekesperestan û xelkparêzan de ye.

Binêrin di halekî wisa de ne, heta talîmat bo wan neyê nikarin îmzeyekê jî bavêjin. Ew yek min bixwe jiya bi berbijêrê wan yê niha re.”

Zêdeyî 50 namzedan li Stenbolê hene

Tevî ku zêdeyî 50 namzedan li Stenbolê beşdarî hlibijartinan dibin, favoriyên encamê Îmamoglû û Murat Kurum in.

Li gorî rapirsiyên ku heta niha hatine kirin Îmamoglû bi qasî yek heta 3 pileyan li pêş e.

Îmamoglû ku çavê wî ji mêj ve li serokomariyê ye, hewl dide beriya wê qonaxa herî girîng careke din bi cih bîne û şaredariya Stenbolê ji dest nede.

Ji bo wê jî 24 seata, kampanyaya xwe geş û berz dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst