Fînala Lîga Şampiyonan sibe li Stenbolê ye

09-06-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: UEFA
Wêne: UEFA
Nîşan Lîga Şampiyonan Stenbol Inter Milan Manchester City Fînal
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bi boneya lîstika fînala kupaya Lîga Şampiyonan a ku dê sibe di navbera Inter Milan û Manchester City de bê lîstin, li Stenbolê amadekarî û ahengên cûrbecûr tên lidarxistin. Bi deh hezaran alîgirên herdu tîman ji dehan welatan ji bo piştgiriyê bidin tîmên xwe çûne Stenbolê.

Kupaya UEFAyê ya Lîga Şampiyonan ku hemû tîmên futbolê yên cîhanê xeyala wê dibînin da rojekê wê bibin muzexaneya xwe. Bi boneya fînala Lîga Şampiyonan ew kupa jî weke herdû tîmên dêwendam Inter û Manchester Cityê li Stenbolê ye. Ji ber ku yaneya di navbera herdû tîman de jî di 10ê hezîranê de li vî bajarî ye.

Serokê Federasyona Futbol a Tirkiyê Mehmet Buyukekşî got “Em gelekî bi kelecan in ku ew yane li welatê me tê lîstin. Bi taybetî di çend salên dawîn de me bandorek ne baş ji pandemiyê dît. Di dawiya dawîn de piştî du rojan wê ew fînala mezin li Stenbolê bê lîstin. Çav û guhê cîhanê ewê li vir be û înşala emê bi awayê herî xweş vî fînalê bi cî bînin.”

Beriya yariyê bajar mazûvaniya festîval û ahengên cûrbecûr dike. Zêdetirî 170 hezar kes ji dehan welatan diherikin Stenbolê da li vî bajarî bibin şahidê yek ji mezintirîn ahengên fûtbola cîhanê. Bi heman hincetê Festîvala Şampiyonan jî tê li darxistin û ew jî formayên kaptanên wan 32 tîmanin ku beşdarî dawîn xula şampiyonan bibûn.

Endamê Lijneya Rêvebiriya Tîmên Neteweyî ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û Balyozê Lîga Şampiyonan a UEFAyê Hamît Altintop dibêje “Ji bo ciwanên me gelekî girîng e ku ew kupa li Stenbolê bi rêve diçe. Wê ew fînal wan motîve bike û kelacanê bide wan. Xeyalên wan bilind bike. Hêvîdarim fînaleke gelekî baş bibe û ez gelekî spasiya mezinên me dikim ku bûne vesîleya vê yariyê. Hêvî dikim em qîmeta wê zanibin û bi awayê herî baş bi cî binin.”

Aheng û coşa xula şampiyonan li tevahiya bajêr belav bûye. Helbet ne tenê herdû tîmên rikeber lê bi dehan yarîzan û starên cîhanê jî li vî bajarî ne.

Yarîzanê berê ye Galatasarayê Wesley Sneijder anî ziman “Tekez li vir im ji bo lîstika dawî ya di navbera Inter û Manchester City de ligel amadebûna hemû aligirên ciwan ên herdu aliyan. Bi hêvî me lîstikeke xweş be.”

Tê payîn ku dahata Tirkiye ji vê yariyê bigihîje dora 120 milyon dolar. Yarîgeha Olîmpiyatê ya Ataturk jî bi vê mebestê hazir û nazir e. Li gor pêşbîniyan wê li cîhanê zêdeyî 300 milyon kes di şeva yariyê de li ber ekranan bin û çav û guhê cîhanê jî wê li Stenbolê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst