Koça ji Stenbolê zêde bûye

26-10-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Kesên derfet hebe ji Stenbolê bar dikin
Kesên derfet hebe ji Stenbolê bar dikin
Nîşan Stenbol Barkirin Koç
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Qeyrana aborî hin sedemên din dikin ku mezintirîn û bedewtirîn bajarê Tirkiyeyê Stenbol xelkê xwe ji dest bide.

Li gorî rapora ku ji aliyê TUÎKê ve hatiye amadekirin koça ji bajêr di nava van çend salên dawî de heta asteke balkêş de zêde bûye.

Xelkê ku ji her deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berê xwe dida Stenbolê niha li rê û derfetên vegerê digere.

Di nava 5 salên dawî de 2,2 milyon kes ji Stenbolê derketine lê ji ber hatina koçberan nifûsa bajêr wekî xwe ye.

Esîn xanima ku ew 10 sal in nişteciha Stenbolê ye û rojane çend seatên wê di metro, metrobas, tramvay, bas û kêştî û rêyan de derbas dibin.

Ew jî yek ji wan kesan e ku hêdî hêdî haziriya barkirinê dike ji wî bajarê ku bi hêvî û bendewariyên mezin hatibûyê.

Wekî bi hezaran kesê din ew jî êdî hew dikare xwe ragire û rêya koçê pê ve diyar bûye.

“Jiyana li Stenbolê her roj zehmettir dibe”

Welatî Esîn Alpê ji Rûdawê re got:

“Xelkê ku aidî çîna jêr û navendî ye di wan xaniyan de dijîn ku bo erdhêjê ne guncav in. Mixabin ji ber qeyrana aborî derfet jî nînin ku em di xaniyên baştir û guncavtir de bijîn.

Ji ber van jiyana li Stenbolê her roj zehmettir dibe. Him ji hêla derûnî ve him jî ji hêla fizîkî ve êdî tehdê li me dike. Ji ber van sedeman min dil heye ji Stenbolê bar bikim.”

Kesên derfet hebe ji Stenbolê bar dikin

Li gorî raporekê ku TUÎKê ragihandiye yên ku derfet û cihê çûyînê hebe dest pê kirine terka Stenbolê bikin.

Di nava 5 salên dawîn de jî 2,2 milyon kesan ev bajar li dûv xwe hiştiye. Di navbera 2018 û 2022yan de bêyî koçkirina zêdebûyî hatina bo Stenbolê jî kêm bûye.

“Merc giran bûne”

Welatî Cemîl Entek jî diyar kir ku merc gelekî giran bûne û wiha domand:

“Derfeta debarê êdî nemaye. Jixwe şansê kesên kêmderfet nema ye. Xelkê reben dixwazin herin lê li memleketê ku herin jî derfet nînin.

Em çi bikin? Ne bajarekî ku meriv lê bisekine ye. Kirê ji 15 hezaran dest pê dikin. Qey henekan bi milet dikin.”

Welatî Alî Bercen jî da zanîn ku ji ber temenê wî ew êdî nijare biçe û got:

“Lê tişta rast ew e ku kesên xwedîqabiliyet û kesên biqelîte, heta bijîşk jî namînin. Herkes jî vê yekê dizane.”

Ji ber sedemên aborî û egeriya erdhêjê ku bo Stenbolê her hişyarî têne kirin xelkekî zêde ketiye nava lêgerekê da ku bo çûyînê çareyekê peyda bike.

Li gorî aktorên veguhestina mal û xelkê jî karê wan di van salan de bi qasî ji sedî 60 zêde bûye.

Barkirin zêde bûye

Xwediyê kompaniyaya veguhestinê Alî Alîmazdir jî da zanîn ku kar zêde bûye û wiha pê de çû:

“Bi taybetî ji erdhêjê û vir ve zêdetir bûye. Ji ber ku her tim behsa erdhêjê dibe xelk bi guman e û yên ku dixwazin bar bikin zêde bûne.”

Li gorî rapirsiya TUÎKê piraniya beşdaran wekî sedema barkirina ji Stenbolê, ‘xanî û jiyaneke baştir’ sereketirîn sedem e bo koçê.

Herwiha tevî zêdebûna koça ji bajêr hejmara kesên ku koçî Stenbolê dikin jî kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst