Şaredarê nû yê Beyogluyê Kurdê Sêwazê ye: 'Ew gelekî ji Kurdî hez dike'

07-04-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Malbata İnan Guney/Wêne: Rûdaw
Malbata İnan Guney/Wêne: Rûdaw
Nîşan Înan Guney Şaredariya Beyogluyê Sêwaz Kurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hilbijartinên dawî yên herêmî li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêveberiya bi dehan şaredariyan guhert.

Li gelek bajaran şaredariyên ku wekî kelehên partiyekê dihatin qebûlkirin niha ketine destê partiyên din.

Beyogluya Stenbolê ku wekî vîtrîna bajêr e û li seranserî Tirkiyeyê jî ew navçe ye ku rêjeya herî zêde ya geştyaran pêşwazî dike.

Li hêla din Beyoglu ji çend sernavên din ve jî wekî navenda Stenbolê tê qebûlkirin.

Ew navçeya bi qîmeta zêran êdî dê ji hêla Kurdekî ku ji Sêwazê ye were birêvebirin.

CHPyê piştî dehan salan careke din ew şaredarî bi dest xist û şaredarê nû dest bi erkê xwe kir.

Şaredariya yekem

Şaredariya Beyogluyê ya navçeya Stenbolê ku li seranserî Tirkiyeyê wekî şaredariya yekem hatiye avakirin, sal 1854 û padîşahê Osmaniyan Abdulazîz e.

Li pêşiya avahiya şaredariyê coş û qerebalixeke mezin bi dahol û govendê pîrozbahî li dar xist.

Li hundirê şaredariyê, malbateke Kurd pîrozbahî qebûl kirin.

Dayîkeke Kurmanc û bavê Zaza ku xelkê Hafîkê yê Sêwazê ne bi wê yekê şa dibin ku kurê wan Înan Guney bûye Şaredarê Beyogluyê.

Bavê wî wekî karker ji şaredariyê malnişîn e û niha ew dê navçeya herî girîng a Stenbolê 5 salan bi rê ve bibe.

“Heger destê wî de be ew dê her tim Kurdî qise bike”

Dayîka Înan Guney got, “Tabî Înan Kurdî fem dike û gelekî ji Kurdî hez dike. Heger di destê wî de be ew dê her tim Kurdî qise bike.”

Şaredariya Beyogluyê piştî 30 salan kete destê CHPyê ango sekulerên Tirkiyeyê.

Beyoglu ji gelek hêlan ve navçeya herî girîng a Stenbolê ye.

Ji ber ku Taksîm û Cadeyî Kebîr ango Îstîklal jî li vê navçê ne modernbûna Tirkiyeyê ji vê navçeyê ve dest pê kiriye û navçe vîtrîna Stenbolê ye.

Li hêla din sînemaya Tirkiyeyê, şano, moda û entelektualîzma Tirkan wekî baregeh Beyoglu kiriye milk.

“Beyoglu dilê hunerê ye”

Nîgarkêş Bedrî Baykam diyar kir, “Ji bo Tirkiyeyê serkeftineke mezin e.

Ji ber ku ew der dilê hunerê ye. Dilê hunera rabirdûya Tirkiyeyê li vê derê ye.

Yeşîlçam jî li vir e, hemû şanogehên girîng û galeriyên dîrokî tev de li vir in. Pêşî ew navend li vir vebûne.”

Înan Guney bi piştgiriya dengdêrên Kurd şaredariya navçeyê bi dest xist ku nifûsa wê nêzîkî 250 hezarî ye.

Rojane derdora 5 milyon kes diçin serdana navçeyê.

Sektora kêf û gerê, cih û warên dîrokî, konsulxane û baregehên sereke yên navdewletî jî li vê navçeyê ne.

Herwiha navenda rêxistin, siyaset, kultur û çandê ya Kurdên Stenbolê jî ew navçe ye.

Niha şaredar, cîgirê wî û hejmarek endamên meclîsê êdî Kurd in.

“Ez dixwazim li Beyogluyê maleke dengbêjan vekim”

Endamê Meclîsa Beyoglu Suphî Akin wiha anî ziman, “Îro ez ji Batmanê me û şikir Kurd im.

Li Şaredariya Beyogluyê ez peywirê distînim. Ji bo Kurdên Beyogluyê çi bikeve ser milê me em dê bikin.

Ez dixwazim li vir maleke dengbêjan vekim. Min ev ji serok re jî gotiye. Min gotiye Înşalah em dê rojekê maleke dengbêjan ava bikin."

Kasimpaşaya ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan lê mezin bûye jî semteke Beyogluyê ye.

Navçeya Beyogluyê ji ber gelek taybetmendiyên xwe ji bo hemû partiyan her tim bûye hedefa serkeftinê.

Bidestxistina vê navçeyê ji hêla CHPyê ve diyar e dê guherînên berbiçav jî bi xwe re bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst