Stenbol (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê haziriya yasayake ji bo kuçikên bêxwedî tê amadekirin.
Eger yasa bê pesendkirin dê hemû kuçikên kûçeyan bêne komkirin û “razandin.”
Li gorî wê yasayê piştî komkirina segan dê ew bên “razandin” ajalparêz dibêjin ew ne “razandin” kuştin e.
Li ser vê projeyasayê komele, dezge û saziyên ajelparêz li gelek bajaran xwepêşandan kirin.
Li hember vê yasayê li gelek bajaran çalakî têne lidarxistin da kuştina kûçikan neyê pesendkirin.
Ew kûçikê têrxwarî ku ji ber giraniya xwe bi zehmetî dimeşe, yek ji mêvanên mayînde yê van cafterya ne. Navê wî Sîvrî Bûrûn ango Poztûjik e.
Temenê wî 13 salî ye û ji ber ku hatiye xesandin cewrikên wî tinin.
Bavê wî ji qewmê kuçokên şivan ên Almanî ye. Bixwe cinsekî têkel ê German Shepherd û Dog Alsatian e.
Heta êvarê dilê wî serdana kîjan mekan û maseyê bixwaze li wir pal dide û hemû mişterî û garson û xwediyên cafeyan jî li gorî paldana wî pozisyona xwe diyar dikin.
Ew kêf û piyasekirin ji wî re jî namîne û eger yasaya ku hikûmet li ser dixebite bê pesendkirin, heta çend mehan ew dê bigîhê dawiya jiyana xwe.
Xwediyê Kafeteryayê Nazim Karagoz ji derketina wê yasayê nerazî ye.
“Wê bêne kuştin”
Nazim Karagoz nerazîbûna xwe ji Rûdawê re anî ziman û wiha got:
“Niha ew kûçik, canek pê re ye. Ew qûlên Xweda yên bêdeng in.
Eziyeta ku em li wan dikin têr nake, niha jî heta mehekê ew segên bêxwedî wê bêne kuştin.
Ne li cîhanê, tiştekî wiha li vê gêrstêrkê jî nîn e. Eger pêwîstî bi kiryarekê hebe, divê ew birêkûpêk be.
Berpirsiyariyeke me ya wiha heye. Cîhan tenê ya me nîn e.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara segên bêxwedî bûye nêzîkî 10 hezaran.
Ji ber ku kontrol û xesandin û xwedîkirineke birêkûpêk ji hêla şaredariyan ve nayê kirin, li nava bajaran colên kûçikan digerin.
Li gelek bajaran jî ew êrîşî zarok û xelkê dikin heta bûne sebeê mirinan jî.
Li ser vê yekê givaşeke zêde li ser desthilatê çêbûye.
Desthilat jî niha haziriya wê yekê dike wan hemûyan kom bike û bi awayekî ne rasterast wan bikuje.
Bertekên xelkê vê carê ji bo vê haziriyê ne.
“Ew yasa ne qanûnî ye”
Seroka Navenda Mafên Ajalan a Baroya Stenbolê Denîz Tavşancil Kalafatogluyê jî got:
Tişta ku jê re dibêjin em dê wan têxin xewê, kuştin e. Ti wateya wê nîn e ku vê haziriyê bi hevokên xemilandî bînin zimên.
Li gor yasaya heyî jî ew yek ne qanûnî ye û tê wateya îhlalkirina mafê jiyanê.
Ez sîstemeke wisa qet qebûl nakim ku teklîfa kuştina heywanan li xwe digire û wan dikuje.”
“Gendelî nebe pirsgirêka segan jî nabe”
Jina bi navê Gul Karacan a heywandost jî wiha berteka xwe anî ziman:
Tevî hemû xirabiyên heyî sûcê her tiştî li stûyê segan tê barkirin.
Yanî yên tawanbar em in. Em naxwazin ku em bimirin. Em dixwazin bijîn.
Eger ku şaredarî berpirsiyariya xwe bi cî bînin, xesandin û xwedîkirineke baş bikin, xortuma devê gendeliyê nedin xwe li welêt kêşeyeke bi navê pirsgirêka segan jî namîne.”
Beriya çend rojan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ferman da çend wezaretan segên bêxwedî kom bikin û çareyeke bibînin.
Wezareta Karên Navxwe, Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê komisyoneke hevpar avakirine û haziriya yasayekê dikin.
Li aliyê din komeleyên ajalparêzan, Jûra Beytaran û dezgehên pêwendîdar beşdarî vê proseyê nekirine.
Li hêla din yasaya ku hazirî ji bo wê tê kirin, razandina segan li xwe digire û ew jî weke kuştina wan tê hasibandin û heywanparêz li ser piyan in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse