Mirina wê xwendekar rakiribûn ser pêyan: Li Stenbolê hat veşartin

28-10-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nîşan Zeren Ertaş Asansor
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Xwendekara Zanîngeha Adnan Menderesê Zeren Ertaş, di asansora şevîmanê de asê mabû û canê xwe ji dest dabû, li Stenbolê hat veşartin.

Mirina xwendekara bi navê Zeren Ertaş di hundirê asansorê de li bajarê Aydinê, bû sedema bertek û protestoyên girseyî.

Di serî de Amed, Stenbol, Enqere, Bursa, Mêrsîn û Aydinê, li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê xelk ji bo Zeren Ertaşê daket kolanan.

Keça 19 salî ku li mêvanxaneya ku lê dima di ketina asansorê jiyana xwe jidest da li Stenbolê bi xakê hate spartin.

Dayik û bavên wê bi çavên girî û zêmaran, hevalên wê jî bi xemgînî li merasîma definkirinê amade bûn.

Zeren Ertaşa 19 salî beriya mehekê ji mala xwe derketibû û bi kêf û kelecan berê xwe da bajarê Aydinê.

Zanîngeha wî bajarî qezenc kiribû û çû li mêvanxane ango şevîmanê zankoyê bi cî bû.

Lê Zerena ku her ji asansoran ditirsiya, li wir di qezayeke asansorê de jiyana xwe ji dest da û xwendekariya wê tenê 25 rojan ajot.

Malbata bi êş bi girî û lawayan keça xwe li Stenbolê bi xakê spart.

“Hêviya me ew e ku dilê ti malbateke din neşewite”

Bavê Zerenê Akin Ertaş got “Em ji vir bi ken û henek çûn Aydinê. Bi rastî em bi kêfxweş çûn vir.

Heta me di serî de got gelo em jî mala xwe bînin vir. Bajarekî xweş bû.

Me got em jî barkin û werin vir. Me wisa fikir kir lê keça min tenê 25 rojan li wir ma.

Hêviya me ew e ku dilê ti malbateke din neşewite.”

Li gorî agahiyan Zeren beriya hefteyekê di heman asansorê de asê maye û du caran jî serlêdan kiriye ku ew asansor bê tamîrkirin.

Lê ew asansor bû dawiya wê û dayika wê bi dilşewateke ku kevir pê dişewitin dilorîne û şina keça xwe digerîne.

Kalikê Zerenê Nacî Ersoy “Ez çi bêjim. Dibêjin asansor xirabûye. Pişkinînin kontrola wan nakin. Bêjim çi.”

Pismamê Zerenê Emre Ertaş “Gelekî bextewer çû ji vir. Piştî çûyînê bi 25 rojan me ew agahî bihîst. Em hemû gelekî xemgîn in.”

Piştî ketina wê eşkere bû ku pişkînînên asansorê nehatine kirin û gelek caran radiwestiya ye.

Heman mijar li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bu sedema çalakî û protestoyên xwendekaran yên girseyî.

“Divê berpirsên vê mijarê bêne cezakirin”

Parlamenterê CHPyê Ozgur Ozel “Ji bo ku dilê ti dayîk û bavên din neşewite çi bikeve ser milê me emê wê bikin.

Emê him proseya dadwerî him ya edlî ji nêz ve bişopînin. Divê berpirsên vê mijarê teqez bêne cezakirin.

Ji bo ku carek din tiştekî wisa nebe jî emê teqez vê proseyê bişopînin.”

Parêzgariya Aydinê di derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin û midûrê şevîmanê ku girêdayî dewletê ye ji erka xwe hatiye dûrxistin.

Daxwaza malbat û xwendekarên çalakvan ew e ku berpirsên vê ihmalê bêne cezakirin. Lê heta niha ti berpirsek jî nehatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst