Ji qezayê çîrokên nîvco û dilsoj man: Ger mirinê ew ji hev veneqetanda dê bizewiciya

10-08-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Otobûsa ku ji Agiriyê ber bi Îzmîrê ve diçû û li nêzîkî navçeya Polatliyê ya Enqereyê qeza kir
Otobûsa ku ji Agiriyê ber bi Îzmîrê ve diçû û li nêzîkî navçeya Polatliyê ya Enqereyê qeza kir
Nîşan Agirî Îzmîr Qeza
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Otobûsa ku ji Agiriyê ber bi Îzmîrê ve diçû û li nêzîkî navçeya Polatliyê ya Enqereyê qeza kir, ji bilî mirina 9 kesan û birîndarbûna 26 kesan li pey xwe çend çîrokên dilsoj û nîvco jî hiştin.

Otobûseke ku ji Agiriya Bakurê Kurdistanê bi rê ket û berê wê li Îzmîrê bû li navçeya Polatliyê ya Enqereyê tûşî qezayeke tirsnak hat.

9 kesan jiyana xwe jidest da û 27 kes jî birîndar bûn. Herwiha 5 birîndaran jî xedar e.

Pirê kesên ku jiyana xwe ji dest daye mirovên hev in û ji malbatekê ne.

Çîroka herî dilsoj jî ya Keçeke dergîstî ya bi navê Suna bû ku piştî mehekê daweta wê hebû.

Ugur Bîlgiyê 25 salî ku heta vê sibê dergîstî û berzavabû, bi kêf û kelecan haziriya dawet û zewacê dikir.

Bi hejmar, tam mehekê şûn ve daweta wî hebû û hazirî temambûn.

Lê tişta ku bi dilê wî û dergîsta wî Sunayê bû, ne bi dilê heqê alemê bû û destên wî û hezkiriya wî negîhiştin hev.

Ew şîn û girî ji bo wan mirazan e ku neçûn serî.

Qezaya ku li Enqere rû dayî çend çîrok wiha nîvco hiştin.

Piştî ku tîmên hawarçûnê xwe gihandin cihê rûdanê bi 9 seatan otobûsa ku zivirîbû enkazekê ji cihê lê hat rakirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşkaneyên derdorê û qurbanî jî veguhastin bijîşkiya dadwerî.

Ji bo lêkolînan 3 dozger hatine erkdarkirin.

Heta niha sedema qezayê nayê zanîn.

Lê li gorî agahiyên malbatan ew otobûs du caran di rê de xirab bûye.

Sedem her çi be jî encameke gelekî giran ji van malbatan re ma ku vegera wê ne mimkûn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst