Rojîn hat veşartin lê sedema mirina wê ne zelal e

17-10-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Xwendekarên Zanîngeha Wanê ji bo Rojînê xwepêşandanek li dar xist /Wêne: Rûdaw
Xwendekarên Zanîngeha Wanê ji bo Rojînê xwepêşandanek li dar xist /Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojîn Kabaîş WAN Baroya Wanê Sînan Ozaras
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Rojîn Kabaîşa ku piştî 18 rojan termê wê hat dîtin li Amedê hat definkirin lê nezelaliya çawayiya mirina wê berdewam dike.

Rapora otopsiyê dibêje ku Rojîn xeniqiye û tu şopên birînan lê nebûne.

Baroya Wanê jî dibêje di hemû merhaleyan de ew bi israr beşdarî pêvajoyê nehatine kirin û gotina "derb nîne" jî xelet e.

Rojîn Kabaîşa xwendekara zanîngehê li Wanê winda bû û piştî 18 rojan termê wê ji hêla gundiyekî ve hat dîtin.

Cenaze 18 kîlometreyan dûrî cihê ku Rojîn herî dawî lê hatibû dîtin ango dûrî zanînhehê li qeraxa golê hat dîtin lê pirsên di derbarê çawayiya mirina wê de hîn jî bê bersiv in.

"Li ber avê bû û avê li laşê wê dixist"

M. Emîn Ankayê ku cenazeyê Rojînê dîtibû got:

"Min ji dûrî ve û gazî bekçî kir. Wî berê xwe dayê û got `Wele însan e.`

Min got êz dê biçim wî ji min re got neçe. Li ber avê bû û avê li laşê wê dixist."

Termê Rojîna 21 salî piştî pişkînîna cihê bûyerê pêşî ji bo otopsiyê birin saziya bijîşkiya dadî.

Piştî otopsiyê ber bi Amedê ve hat şandin û demildest hat definkirin.

Li gorî pêşrapora otopsiyê ti şopên kuştin û êşandinê li termê wê nehatine tesbîtkirin û wekî sedema mirina Rojînê jî ‘xeniqîn’ hatiye nivîsîn lê guman li ser bûyerê berdewam dikin.

Baroya Wanê jî li ser navê malbatê beşdarî otopsiyê bûbû û ji hêla wan ve mesele wiha ye.

"Gotina nebûna derbê rastiyê nîşan nade"

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras li ser encamên otopsiyê got:

"Her çi qasî li ser medyayê tê gotin ku tu şopên birîn li laşê wê nîn in jî gotina derb nîne ne rast e.

Rast e tu birînên bi tiştekî lê nînin, hestî neşkestine lê gotina nebûna derbê rastiyê nîşan nade."

Li ser laş şopên xwînê hebûne

Li gorî rapora otopsiyê, li sê cihên laşê wê şopên xwînê hebûne lê ji ber ku cenaze demeke dirêj di avê de maye, tesbît zehmet bûye.

Li hêla din, li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê jî xwendekar û hevalê Rojînê li ser pêya bûn.

Ji ber ku çûn û hatina nava zanîngehê gelekî hêsan e û tedbîr nînin, xwendekaran xwest rektorê zanîngehê îstifa bike.

"Endişeya me ya ewlehiyê heye"

Xwendekar Şevval Kizilayê nerazîbûna xwe wiha anî ziman:

"Helbet endîşeyeke me ya ewlehiyê heye. Ew pirsgirêk gelekî mezin e.

Bi taybetî li cihê ku Rojîn winda bûye kamera nînin û em gelekî xemgîn in û em bi tirs in.”

Zuleyha Demîrê got, "Ewlehiya me bi tu awayî nîne.

20 kamera mala rektor diparêzin lê li vir du heb jî nînin."

"Dibe ku dor were me jî"

Esma Dîrenê jî tirs û xemginiya xwe bi vê rengî anî ziman:

"Em gelekî xemgîn in. Dibe ku dor were me jî. Ez nizanim. Ewlehiya me nîne.

Em evlehiyê dixwazin û dadweriyê dixwezin. Tiştekî zêde em naxwazin."

Rojîn Kabaîş xelka Amedê bû û 25ê Îlonê ji bo ku dest bi zanîngehê bike hatibû Wanê.

Lê 27ê îlonê winda bûbû û ji bo dîtina wê 18 rojan li gol û devereke mezin ya bejayî lêgerîneke berfireh dihat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst