Kurdên Stenbolê: Me dengê xwe da Îmamoglu nebû em dixwazin vê carê bidin hevjîna Demîrtaş

09-12-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
HEDEPê li Stenbolê dîdarek li dar xist
HEDEPê li Stenbolê dîdarek li dar xist
Nîşan HEDEP Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Kurdên Stenbolê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) beriya hilbijartinan li gelek bajaran bi bernameyên girseyî hewl dide helweste xwe ya di hilbijartinên herêmî de zelal bike.

Şikestina opozisyonê di hilbijartinên çûyî yên serokomariyê de herî zêde di nava dengdêrên vê partiyê de bibû cihê nakokiyan.

Ji ber ku li Stenbolê encama hilbijartinan dengdêrên Kurd eşkere dikin, niha careke din çavê hemû aliyan li ser helwesta HEDEPê ye.

Alîgirên vê partiyê tevî neqayîlbûna biryarên çûyî careke din li bendê ne partiya wan siyaseta xwe di berjewendiya wan de eşkere bike.

Serkirdeyên HEDEPê jî eşkere dikin ku vê carê bi tu awayî ew dê bêyî diyalog û danûstandinên eşkere piştgiriya ti kesî nekin û bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Ji ber ku tifaqa di navbera CHP û ÎYÎ Partiyê de bi dawî hatiye, CHP bi tenê maye û eger HEDEP piştgiriya wan neke qezenckirina Îmamoglû li Stenbolê pêkan nabe.

Ew yek dike ku HEDEP jî piştgiriya xwe ya bê beramber de rewîze bike.

Piştî sal û wexteke dirêj sereketirîn partiya Kurdên Bakurê Kurdistanê careke din bi alîgir û palpiştên xwe re dîdareke mezin a li dar xist.

Partiya nû, hevserok û kadroyên nû, ew xemgîniya di nava Kurdên Stenbolê de daye aliyekî û jin û mêr û ciwan careke din li benda hêviyekê ne.

Atmosfereke germ li salonê ye û xêrhatin yeko yeko bo hemû mêvanan tê kirin. Li Salonê dengê stranên ku rihê kurdeyatiyê geş dikirin bilind dibe û balkêş e ku partî û derdorên çep ên Tirkan li salonê nînin.

Dengdêrê HEDEPê Tayyîp Korkmaz got:

Gotineke pêşiyan e dibêje neyarê bavan nabe dostê lawan. Çiqas berjewendiya wan di me de heye ewqasî nêzîkî me ne. Ne ku li ser berjewendiyên me nêzîkî me ne. Li ser berjewendiyên xwe nêzî me dibin.

Sed şaredariyên me qeyûm lê danîne. Bi şiklê ku em karibin kar bi CHP bikin me jî qeyûm avêt ser Şaredariya Stenbol, ya Enqere û Îzmirê. Bi vî şiklî em bang li gelê xwe dikin.”

Tuncer Bakirhan ê Hevserokê HEDEPê ji salên 90î ve weke kadroyekî bihêz di nava rêxistina Bakur de tê naskirin.

Kurdên Stenbolê ku Îmamoglû kiribûn şaredar li bendê ne da hevserokê wan behsa polîtîkayeke nû bike kerba kurdayetî ya di dilê wan de ji wê nearamiyê rizgar bike.

“Demîrtaş rihê me ye, îmana me ye”

Dengdêra HEDEPê Gulîzar Kayayê jî got, “Me da Kiliçdaroglu tiştek nebû. Me da Îmamglu jî ti tiştek bo me nekir.

Em hezdikin êdî dengê xwe bidin xwe. Em hezdikin bidin xanima Demîrtaş. Demîrtaş rihê me ye, îmana me ye. Demîrtaş di rêya me gişkan de ketiye orta du dîwaran.”

Li salanê Kurd hebûn lê axaftin bi Tirkî bûn

Tevî ku salon seranser bi Kurdan mişt û dagirtî bû, axaftin her wekî xwe bi Tirkî bûn. Lê ew ciwanê xwedî pêdawistiyên taybet beriya were salonê Ala Kurdistanê peyda kiriye û ji nişkê ve bala herkesî bi ser xwe ve dikêşe.

“Kurdistan welatê hemû mirovahiyê ye.”

Dengdêrê HEDEPê Îsmaîl Can jî got:

Ez vê sibê li Teksîmê bûm û min ew ala li wir da hazirkirin. Ez gelekî jê hez dikim ji ber ku Kurdistan welatê hemû mirovan û mirovahiyê ye.”

Dengdêrê HEDEPê Xelîl Işik jî got,Weleh em dixwazin em li ser navê partiya xwe bikevin hilbijartinan.

Ne bi partiyeke din û piştgirîkirina partiyeke din lê divê em xwe bixwe beşdarî hilbijartinan bibin.”

Li gorî rapirsiyên ku hatine kirin HDPyê li metropol û bajarên Tirkiye dengên xwe di navbera ji sedî 5 û heta ji sedî 8an de ji dest dane.

Lêkolînêr û çavdêr dibêjin sedem piştgiriya bê beramber a CHPyê ye.

Hevserok Bakirhan jî dide zanîn ku wan dersên pêwîst ji vê encamê derxistine û dibêje dê Kurd vê carê hêza xwe ji bo xwe bi kar bînin.

“Deriyê me ji hevkariyê re vekiriye”

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan got:

“Di serî de Stenbol, helwesta me ew e ku em li her derê namzetên xwe nîşan bidin. Ew nayê wateya ku em ji hevkariyê re girtî ne. Lê ew hevkarî dê li pişt deriyên girtî nemeşe. Em li vir in.

Yên ku di serî de bixwezin Stenbolê li gel me bi rê ve bibin, li hemû navçeyan û li her derê kî bixweze şaredariyan tevî me bi rê ve bibe bila keremkin em li vir in deriyê me vikiriye û em dê li ber raya giştî biaxivin.”

Piştî ku bi zelalî eşkere dibe dê HEDEP li her derê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinan bibe û eger derdorek bixweze bi wan re tifaqê bike jî ew dê li ser berjewendiyên Kurdan rijdbi n, Kurdên Stenbolê jî careke din bi hêviyeke nû berê xwe didin malên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst