Ajeldaran bi hêviyên şikestî berê xwe daye metropolan

09-06-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Cejna Qurbanê Ajeldar Biha
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Cejna qurbanê nêzik dibe lê ne ajeldar ne jî xelk ji bihayê ajelan razî ne.

Bi nêzikbûna cejna qurbanê re ajeldaran bi hêviya ku ajelên xwe bifiroşin berê daye metropolan.

Henîfî Koçê 61 salî sewalên xwe ji Agiriyê kirine rê û hezar 400 kîlometreyî hatiye ta Stenbolê.

Eyd û erefe ye û şivanê 51 salan jî gotiye hebe ez dê karibim wan li vî bajarî bikim pere.

Destê wî li ser pişta conegeyan, çavê wî li hatina mişteriyan e lê kirê û kirbît, mesref û qezencê dide ber hev, tîş û pîne li hev nayên.

Wî dil heye êdî gavaniyê neke ji ber ku terkirina sewal û malbatê bi hev re ji hikmê wî derketiye.

“Em êdî vî karî nakin”

Ajeldar Henîfî Koç got, “Êdî wisa bûye ku ne hêjayî keda me ye. Her sal hawirdekirinê dixin bela serê me.

Em vî karî dikin. Nanê me qezenca me di vî karî de ye. Ji roja ku ev rêveberî hatiye halê me wisa ye

Em êdî vî karî nakin, ji vir û şûnde ev kar xelas bû çû”

Şert û mercên ku ew li vir lê dijîn ji yên sewalên xwe pir cudatir nîn in ji ber ku ew li nava sewalan dimînin.

“Em nîvî nîvî zerer dikin”

Ajeldar Mûrat Koç wiha anî ziman, “Em hewqasî zehmetiyê dikişînin, nanê xwe bi destê xwe çêdikin.

Tu dibînî halê me li vê derê perîşanî ye, ti halê mirovatiyê nîne.

Cihê razan û rabûna me tune. Cihê lawabo û şerşokê dûrî me çêkirine.

Heta ava vexwarinê jî tune, em bi pereyên xwe distînin.

Me serê erebeyê bi 60 hezar lîreyî girtiye. Em hatine vê derê niha em nîvî nîvî zerer dikin.”

Qeyrana aborî û enflasyona bilind û berdewam, bihayê her sewaleke mezin a ji bo qurbanê du qat û nîvan zêde kiriye li gorî sala çûyî.

Conegeyeki ku sala çûyî bi 70-80 hezar lîreyî bû, îsal bûye 240-250 hezar lîre.

Ew jî dike ku hejmara kesên xwedî derfeta stendina qurbanan kêm bibe.

Gelek konên bo şivanan hatine danîn vala, him şivan him jî kiryar bi gazinc in.

“Sala çûyî û îsal ferq pir e”

Welatî Mistefa Koyûncû got, “Wele sala çûyî û îsal ferq pir e.

Mirovekî ku bişixule îmakana wî derbas bike. Îro kirê 10-15 hezar lîre ye.

Şala çûyî me qurbaneke mîna vê bi 75 hezar lîreyî kirî îsal jê re dibêje 210 hezar lîre. Li ferqê binêre.”

Kîloya goşt niha li Tirkiyeyê gihîştiye 450 ta 600 lîreyî.

Çewalê alif bûye 650 lîre ku sala çuyî 250 lîre bû.

Kirêya konên ku ji bo ajeldaran hatiye amedarinin heta cejnê 80 hezar lîre ye.

Anîna her sewalekê heta Stenbolê herî kêm 10 hezar lîre ye.

Ji ber van sedeman tevgera li nava bazara qurbanan lawaz, ajeldar û mişterî zîz lê qedera van sewalan jî her devê kêrê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst