Boykoteke balkêş: Kafe û restoran vala man

21-04-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Kafeyên vala yên li Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Kafeyên vala yên li Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Boykot Kafe Restoran
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê ji ber qeyrana aboriyê û bacên zêde wekî bertek li ser torên civakî boykoteke balkêş dest pê kir.

Qeyrana aboriyê ya ku li Tirkiyeyê berdewam dike li gelek qadên jiyanê kêr gihandiye hestî.

Zêdebûna bihayê her tiştî û zêdekirina baca li ser xwarin û vexwerinê berê welatiyan da boykoteke balkêş.

Li ser torên civakî ji bo neçûyîna cafe û restoranan bangek hat kirin û ew li seranserê welêt belav bû.

Welatiyan restoran û kafe xalî hiştin û ji bo du rojan ew dê nebin mişteriyên van deran.

“Ez xelkê mafdar dibînim”

Esnaf Muharrem Kara got, “Ez xelkê mafdar dibînim. Gelekî baş e.

Xelk heqê xwê yê protestoyê bi kar tîne lê kargeha me erzan e.

Ez heq didim milet. Ew pirsgirêka desthilatê ye ku nikare aboriyê bi rê ve bibe.

Her roj bihayê her tiştî li ser hev zêde dibe.

Îro kîloyeke goşt bûye 750-800 lîre. Hêza xelkê namîne.”

“Maliyet û mesref û filan lê ewqas jî nabe”

Welatî Kemal Arkit diyar kir, “Keko binêre aha ji bo vê 460 lîre nivîsî ne.

Temam me fam kir, maliyet û mesref û filan lê ewqas jî nabe û ez malnişîn im jî.

Ez heta li vir bi balefirê heta Erzinganê herim werim 10 hezar û 500 lîre heqê bilêtê ye. Ma dibe?”

Ji ber ku qeyrana aboriyê her kûr dibe desthilat haziriya tedbîrên nû dike.

Li gorî ku tê gotin di demên pêş de wê barê qeyranê li ser xelkê zêdetir bibe.

Herî dawî baca li ser xwarinê hat zêdekirin û ji sedî 8 bû sedî 10.

Herwiha baca ku ji sedî 18 bû jî bû sedî 20.

Vê yekê jî kir ku heqê xwarin û vexwerinan careke din zêde bibe.

“Protestokirina restoranan tenê mijarê çareser nake”

Esnaf Ahmet Keklîk matmayîna xwe wiha anî ziman:

Dema min ew boykot bihîst ez matmayî mam.

Protestokirina restoranan tenê mijarê çare nake.

Raste biha zêde ne lê cihê ku em jê distînin jî biha zêde ne.

Em jî mexdûr û bi gazin in ji kesên ku em ji wan distînin.”

“Her tişt zêde dibe lê qezenca xelkê zêde nabe”

Welatî Mehmet Tence got, “Her tişt her roj biha dibe lê qezenca xelkê zêde nabe.

Ger qezenca xelkê jî zêde bibûya persgirêk dernediket lê ew rewş êdî bûye bîreke bê binî.”

“Xwarin û vexwerina li derve bûye”

Xwediyên xweringeh û restoranan didin zanîn ku zêdekirina bihayan ne bi destê wan e û mesrefên wan zêde dibin.

Lê heqê xwarin û vexwarinê ji bo xelkê êdî bûye barekî giran.

Li restoraneke neluks heqê xwarineke ji rêzê herî kêm bûye 350-400 lîre.

Tasek şorbe ji 150 lîre derbas kiriye û êdî xwarin û vexwerina li derve bûye tiştekî luks.

Nerazîbûna xelkê li ser torên civakî bû boykoteke berbelav û hişyareyeke ji bo xwediyên xweringehan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst