Stenbol - Şaredarên bajarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê civiyan

14-12-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Umêd Xoşnav û Ekrem Îmamoglu /Wêne: Rûdaw
Umêd Xoşnav û Ekrem Îmamoglu /Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Umêd Xoşnaw Ekrem Îmamoglu Şaredar Rojhilata Navîn Afrîka
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Yekemîn Civîna Şaredaran a Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve li Feshaneya Stenbolê tê lidarxistin.

Ji zêdeyî 15 welatên li navçeyê Şaredar û rayederên rêveberiyên xwecihî amade ne.

Mebest peydakirina rêyên hevkarî û damezrandina aştiyê ye bi saya pêwendiyên rêveberiyên xwecihî.

Di wê civîna de ku Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnav jî lê

amadebû, him tecrûbe û qebiliyetên şarevaniyan bi hev re hatin parvekirin û him jî li ser rê û nexşerêyên hevkarî û aştiyê guftigo hatin kirin.

"Armanca me ya herî bi hêz aştî ye"

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got, "Armanca me ya herî bi hêz aştî ye ku di rêza yekê de pêdivî pê heye.

Ew lêgerîneke dûr ji şer û dîplomasiyeke bihêz e. Avakirina bajarên wisa ye ku heq û hiqûqa herkesî tê parastin.

Ji ber ku ew tê maneya welatên bihêz. Li bajarê ku ez lê dijîm di lêgera aştî aramî û dadweriyê de me.

Ew erkeke min e ji bo bajar û welatên derdorê jî em dikarin wê pêk bînin û bi vê armancê me dostên xwe vexwendine."

Ji welatên wekî Îran, Îraq, Lîbya, Filistîn û çendîn welatên din di gotarên xwe de behsa serencam û tecrûbeya rêveberiyên xwe dikin di demên qeyran û ragêşiyên civakî de.

Yek ji wan jî Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnav e.

Her wiha Xoşnav di axaftina xwe de amaje bi projeyên mezin ên ku li Hewlêrê bi hevkariya gelek saziyên gerdûnî bi rê ve diçin kir û da zanîn ku Hewlêr bajarê pêkevejiyan, aramî û aştiyê ye.

Xoşnav pêşniyaz bo beşdaran jî kir ku ew civîn berdewambin û civîna duyem jî li Hewlêrê bê sazkirin.

"Herêma Kurdistanê di aştiya Herêmê de roleke girîng dilîze"

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav wiha pê de çû:

"Diyaloga di navbera bajaran de bandorê li civak û hikûmetên van deran jî dike.

Wekî ku Serok Barzanî di perspektîfên xwe de diyar dike, Herêma Kurdistanê di aştiya Herêmê de roleke girîng dilîze.

Pêwendiya Herêma Kurdistanê bi hemû welatan re  bi taybetî welatên herêmê re di vê çarçoveyê de ye."

"Dê cîhaneke nû bê avakirin"

Di çarçoveya vê dîdarê de Xelatgirê Nobelê Aborîzan Daron Acemoglu jî gotarek pêşkêş kir û behsa wê yekê kir ku cîhan di nava qeyraneke gerdûnî re derbas dibe û ew dê cîhaneke nû bê avakirin.

Acemoglu got ku ew him avantaj û him jî hin xetereyan bo navçeyê li xwe digire û banga hevkariya welatan kir.

Civîna ku ewê du rojan berdewam bike dê bibe hewla wê yekê ku di navbera rêveberiyên xwecihî yên herêmê de pêwendî û hevkariyên nû bêne peydakirin bi taybetî jî bo aştî û aramiya herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst