Mourinho: Ez naxwazim lîg û futbola Tirkiyeyê biguherînim

03-06-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Jose Mourinho Fenerbahçe
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Rahênerê Portekîzî Jose Mourinho bû rahênerê Fenerbahçeyê û got, “Ez naxwazim lîg û futbola Tirkiyeyê biguherînim. Ya herî girîng Fenerbahçe ye.”

Yek ji tîmên herî mezin ên Tirkiyeyê ango Fenerbahçe piştî demeke dirêj ku nikare bibe şampiyon berê xwe da rahênanekî sereke yê cîhanê.

Jose Mourinho ku li cîhanê di nava rahênerên herî baş de tê nîşandan ji bo 3 salan digel Fenerbahçeyê peyman îmze kir.

Hatina Jose Mourinho ya Fenerbahçeyê li ser asta cîhanê jî dengekî zêde veda.

Li stadyûma Fenerbahçeyê bi beşdariya deh hezaran kesî merasîmeke mezin hate lidarxistin û Mourinho wekî rahênerê nû yê vê yaneyê dest bi kar kir.

Li qada futbolê ya Tirkiyeyê ji îro û pê ve êdî dem û serdemeke nû destpê dike.

Ji ber ku yek ji rahênanên sereke li ser asta cîhanê êdî li Tirkiyeyê ye.

Fenerbahçeya ku li Tirkiyeyê di nava 3 tîmên mezin de ye, Jose Mourinho yê ku li cîhanê xwedî derece û kûpayên mezin e ji bo 3 salan û bi mûçeyeke dêwendam bû rahênanê vê tîmê.

Alîgira Fenerbahçeyê Nîsa Selîn Akinciyê got:

“Ev tîm mîrateya bavê min e ji min re ma ye û ez wekî keçekê bi tena serê xwe hatime vir.

Ez ji vir silavan ji bavê xwe dişînim û çi baş e ku Fenerbahçe heye”

“Îsal wê her tişt cûda be”

Alîgirê Fenerbahçeyê Seyîthan Mehmet Tepe wiha anî ziman:

“Îsal wê her tişt cûda be. Êdî xwîn li diranên gur ket û bila êdî ew lê bifikirin.”

Fenerbahçeya ku ew 13 sal in di Lîga Superê ya Tirkiyeyê de nikare bibe şampiyon, pêşî berê xwe da yarîzanên sereke yên li ser asta cîhanê.

Lê sezona dawîn jî dîsa nebû qismet ku ew tîm bibe şampiyon.

Li ser vê yekê serokê Fenerbahçeyê Alî Koç, Jose Mourinho bi budçeyeke ku salane dike bi qasî 10 milyon euro qanih kir û ew anî Tirkiyeyê.

“Ji xwe şampiyonê rastîn ê îsal em bûn”

serokê Fenerbahçeyê Alî Koç wiha axivî, “Ji xwe şampiyonê rastîn ê îsal em bûn.

Şampiyoniya ku îsal em dê bi dest bixin jî ew dê bibe mizgîniya şampiyoniyên din.

Gelek zehmet e ku em li benda destpêka sezonê bimînin.

Kelecana me zêde ye û em nikarin li cihê xwe bisekinin. Xwedê yar û alîkarê me be.

Pêşiya Fenerbahçe vekirî be û bijî Fenerbahçe.”

“Ez naxwazim lîg û futbola Tirkiyeyê biguherînim”

Rahênerê nû yê Fenerbahçeyê Jose Mourinho got:

Ez dixwazim ji bo pêşxistina futbola Tirkiyeyê, ji bo pêşxistina lîga Tirkiyeyê kar bikim û bixebitim.

Lê ya herî girîng, ne ez dixwazim lîga Tirkiyeyê û ne jî futbola Tirkiyeyê biguherînim. Ya herî girîng Fenerbahçe ye.”

Serkeftinên Jose Mourinho

Jose Mourinho li cîhanê di dîroka futbolê de di nava 10 rahênerên herî baş de tê nîşandan.

Rahênerê ku 61 salî ye heta niha rahênanî ji bo tîmên wekî Porto, Chelsea, Inter, Real Madrîd, Machester United, Tottenham û Romayê kiriye.

Mourinho di van salan de, du caran bûye şampiyonê lîga şampiyonan, carekê Lîga Ewropayê ya UEFAyê, carekê lîga UEFAyê, carekê Lîga Konferansê ya UEFAyê.

Herwiha ew 3 caran bûye şampiyonê Premier Lîgê, du caran Serî A, carekê La Liga û du caran jî bûye şampiyonê lîga Portekîzê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst