Elewiyan bi daxwaza jiyaneke wekhev mîtîngek li dar xist

11-12-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Mîtînga Elewiyan a Stenbolê/Wêne: Rûdaw
Mîtînga Elewiyan a Stenbolê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Elewî Mîtîng Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hejmareke zêde welatiyên Elewî bi pêşêngiya partiyên siyasî û rêxistinên xwe li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê dengê xwe bilind kirin da ku hikûmet cudakariyê di mijarên bawerî û olî de neke.

Welatiyen Elewî û saziyên wan li Stenbolê bi daxwaza “wekheviyê” mîtîngek saz kirin.

Ji ber polîtîkayên desthilat û diyanetê ku demek e Elewî jê nerazî ne gelek partiyên siyasî û rêxistinên Elewiyan di nava liv û tevgerekê de ne.

Bi hezaran Elewiyên ku ji gelek bajaran hatibûn bi dem, semah û stranan bangî hikûmetê kirin da ku li proseya perwerdeyeke laîk û wekheviya di navbera ol û baweriyan de vegere.

“Em dê têkoşîna xwe bi canên xwe yên Elewî re berdewam bikin”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê wiha axivî:

Em wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan me doh jî parastina mafên Elewiyan dikir, em îro jî dikin û em dê sibe jî bikin.

Heta ku wan daxwazan di nava jiyanê de ji xwe re cihek dîtiye. Heta ku sîstemeke yasayî ya bi vî şiklî pêk were jî em dê vê têkoşîna xwe bi canên xwe yên Elewî re berdewam bikin û Xizir yar û alîkarê me be.”

“Dê rojekê roj ji bo me hilê”

Welatiya bi navê Altûnê got, “Wê rojekê roj ji bo me hilê. Ez ji bo zarokên xwe li vir im. Ez ji bo berxikan li vir im, ji bo sêwiyan û ji bo rêhevalan li vir im.

Em şewitîn, em hatin şewitandin û daliqandin. Ji bo ku birînên xwe bipêçim ez li vir im.”

“Em nikarin bi azadî bijîn”

Welatiya bi navê Cemre Kayayê anî ziman, “Ez bixwe li derve nikarim Elewîtiya xwe li xwe bigirim û bigerim.

Em nikarin bi azadî bijîn. Ji ber wê jî jiyana me tê dorpêçkirin.”

Dirûşma mitîngê, ‘Perwerdeya Laîk, Jiyaneke Mirovî û Tirkiyeya Demokratîk’ e.

Zêdekirin û ferzkirina dersên olî li dibistanan yek ji nerazîbûnên Elewiyan e.

Li hêla din avakirina Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan di bin banê Wezareta Çand û Geştyariyê de jî rastî rexneyên giran ên Elewiyan tê.

“Hewl didin ku Elewiyan asîmîle bikin”

Welatiyê Elewî Vahap Akkaya diyar kir, “Hewl didin ku Elewiyan asîmîle bikin.

Li dibistanan bernameyeke bi navê ÇEDESê dane destpêkirin û perwerdeyê bi temamî dikin perwerdeya olî. Ez ji ber wê li vir im.”

“Cemxaneyên me weke cihên îbadetê nahesibînin”

Welatiyê Elewî Nûrettîn Aktaş ragihand, “Ez ji bo welatîbûneke wekhev li vir im.

Ji bo cemxaneyan li vir im. Hîn jî cemxaneyên me weke cihên îbadetê nahesibînin.

Miameleya welatiyên duyem li me dikin. Ez ji ber wê li vir im.”

“Çi dikeve ser milê me em dikin lê em beramberî vê tiştekî nabînin”

Welatiya Elewî Fatma Kalkanê got, “Ez perwerdeya wekhev dixwazim.

Hemû mafên Elewiyan dixwazim. Ji diyanetê re dinya pere vediqetînin lê ji me re tiştek nîne.

Zarokên me jî diçin leşkeriyê û çi dikeve ser milê me em dikin lê em beramberî vê tiştekî nabînin.”

Di axaftinên ku hatin kirin de jî bangî desthilatê hate kirin da ku di nava mezheb û olan de cudakarî neyê kirin.

Pirsa Kurd bi rêbazeke aştiyane were çareserkirin û ragêşiya ku civakê ji hev dabeş dike jî bê rawestandin.

Elewiyên ku bi cem û semahan hatibûn qadê bi govend û stranan dawî li mitînga xwe anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst