Neviya Şêx Seîd: Bi panzêran hatin, heqaret li me kirin

30-12-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûşen Firat/Wêne: Rûdaw
Rûşen Firat/Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûşen Firat
A+ A-

Xinûs (Rûdaw) - Dadgeheke navçeya Xinûsa Erziromê cezayê parvekirina alaya Tirkiyeyê li neviya Şêx Saîd, Rûşen Firatê birîbû.

Cezayê ku ji hêla dadwerî ve ne di cih de bû bertekên berfireh li dû xwe anîn.

Rûşen Firat wî cezayî wekî zordariyê bi nav dike û dibêje hesteke gelekî ne baş bû ku tiştekî wiha li min hat ferzkirin.

Piştî bertek û îtirazan ew ceza hate betalkirin.

Rûşen Firat yek ji neviyên Şêx Seîd e. Ew xanima ku Dadgeha Sulhê ya Cezayê ya Xinûsê ceza lê birî bû diviya her roj alaya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê parve bike.

“Şevekê bi panzeran hatin bi ser me de girt”

Rûşen Firatê got, “Hêzên ewlehiyê şevekê bi panzeran hatin bi ser me de girt. Hatin gotin derkevin, rabin. Eger careke din jî li derî bixista dê derî hûr bibûya.

Ez hatim min derî vekir, bi mertal û solên xwe ketin hindir.”

Rûşen Firat berî 10 salan wêneyeke alaya Kurdistanê û wêneyek jî ji kongreya HDPyê parve dike û li ser vê yekê bi tohmeta endamtiya PKKyê doz lê tê vekirin.

Piştî 10 salan dadgeh gazî wê dike û vî cezayê sosret lê dibire.

“Tiştên mecbûrî her tim zora me çûye”

Rûşen Firat wiha pê de çû “Min berî 10 salan wêneyek parve kiribû û dadger ceza da min, ez mat mam.

Dadger got te di emrê xwe de wêneyê alaya Tirkan parve kiriye, min jî got na.

Ji ber ku em ji xwe di bin wê de dijîn û di nav Tirkan de dijîn qet nehatiye bîra min.

Ji min re got `Wê çaxê ez mehek ceza didim te divê tu alaya Tirkan parve bikî.

Tiştên mecbûrî her tim zora me çûye, meriv tiştan bi dilê xwe bike çawa ye, bi zorakî bike çawa ye!”

Beriya ku biçe dadgehê hêzeke mezin a leşker û polîsan davêjin ser mala wan û malê serûbin dikin.

Piştî ku tiştekî nabînin, jê re dibêjin sibe were dadgehê.

“Heqaret li me kirin”

Sidîqe Firat meta Rûşenê jî wiha axivî, “Heqaret li me kirin, ji me re gotin pişta xwe bidin dîwar.

Li ser me lêgerîn kirin. Min got em nû ji nav ciyan rabûne hûn lêgerina çi dikin?

Her yek ji wan kete cihekî. Wan Rûşen girt û birin. Tiştek nepirsîn. Min got çi ye ka ji me re bibêjin, sûcê me çi ye hûn ewqas bi heqaretê dikevin malê?”

Li gorî hiqûqa Tirkiyeyê Dadgehên Sulh Ceza nikarin cezayekî li kesekî bibirin.

Yan berdan yan jî dikarin biryara girtinê bidin. Baroya Amedê li ser vê xalê serî li Lijneya Dadwer û Dozgeran da.

“Dadwer helwesta xwe ya şexsî bikar aniye”

Parêzer Mehdî Ozdemîr wiha anî ziman, “Dadwer di vê mijarê de derketiye derveyî sînorên xwe û hest û helwesta xwe ya şexsî li hemberî muwekîl bi kar tîne.

Radibe parvekirina alaya Tirkan wekî biryarekê bicih dike. Ew biryar mafên esasî yên muvekîl bin pê dike.

Meqamekî dadwerî an dadwerek nikare biryareke wiha bide.”

Li gorî agahiyan ew dozgerê ku ew ceza birî bi sirgûnî hatiye Xinûsê û kesekî netewperest ê nêzikî Umît Ozdag e.

Piştî ku bertek mezin bûn û îtiraz hate kirin ew ceza hat betalkirin.

Lê bikaranîna hiqûqê bi awayekî kêfî û neyasayî, wekî beşek ji nefreta li hemberî Şêx Seîd û malbata wî li dîrokê qulipî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst