Ji bo 20 jinên di girtîgehê de pêşengeha wêneyan hat vekirin

31-05-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Ji bo 20 jinên di girtîgehê de pêşengeha wêneyan hat vekirin / Wêne: Rûdaw
Ji bo 20 jinên di girtîgehê de pêşengeha wêneyan hat vekirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Pêşangeh Jinên Girtî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Tabloyên 20 jinên ku ji ber sedemên siyasî di girtîgehan de ne û piraniya wan cezayên giran xwarine, li Stenbolê di pêşangehekê de hatin nîşandan.

Pêşangeha tabloyên jinên girtî bi merasîmeke taybet hat vekirin.

Temamiya wan tabloyan, behsa derbirîna têkoşîna jinên siyasî dikin û balê dikşînin ser rewşa wan.

Di nava wan berheman de tabloyeke hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê jî heye.

Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî li pêşangehê bû.

Gonca Yangozê ji Rûdawê re got:

“Di dosyayên wan de ti tawan nînin lê dadwer dibêje, min qenaat pê anî û ceza li wan biriye. Ew bê dadweriyeke berbiçav e.

Li hemberî wê jî berxwedaneke wiha heye. Ji bo ku em bibin dengê wê berxwedanê û dengê wan bigihînin derve îro ew pêşengeh amade kir.

Bi ya min pêkvebûn ji bo me hemûyan gelekî baş e.”

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê pêşangeh vekiriye

Pêşengeh ji aliyê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ve hat amadekirin.

Pêşengeh li bexçeyê BEKSAVê hat vekirin.

Ew tablo ji hêla parêzeran ve ji zindanan hatine wergirtin. Piraniya wan jinan cezayên giran li wan hatiye sepandin

“Pêşangeh dengê jina ye”

Jina bi navê Aygul Sîncar jî li ser girîngiya pêşangehê wiha got:

“Ew tablo rêya wê yekê ne ku dengê hundirê jinên girtî ye, berxwedan û rengê wan digihîbe derve.

Digihînin me. Em di wan de bihêzbûna hevalên me yên jin dibînin.

Em mafdariya vê berxwedanê dibînin. Hestên wan in, dengê hundirîn û fikrên wan in ku di van tabloyan de hene û xwe digihîne me.”

Tabloya hevseroka berê ya HDPyê ya Fîgen Yuksekdagê û berhema parlementera HDPyê ya berê Semra Guzelê jî di pêşangehê de cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst