8ê Adarê: Li cîhanê pîrozbahî, li Tirkiyeyê şîngirêdan

08-03-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Pîrozbahiyên li Stenbolê / Wêne: Rûdaw
Pîrozbahiyên li Stenbolê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Roja Jinan a Cîhanî 8ê Adarê Jin Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê jin û rêxistinên jinan wekî salên çûyî îsal dîsa di bin rêjeyeke tirsnak a tundûtûjiyê de, bi metirsiya kuştin û zextên giran ên mêran roja xwe pêşwazî dikin.

8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ku li tevahiya cîhanê bi pîrozbahiyan derbas dibe, ji bo jinên Tirkiyeyê veguheziye roja lawa, gazind, şîngirtin, xîret û bilindkirina têkoşîna li hemberî mêr û sîstema mêrane.

Lewra vekişana ji Peymana Stenbolê û yasayên ku derza di nava wekheviya jin û mêran de kûr dike, jiyanê li jinan reş dikin.

“Li tevahiya cîhanê rastgir û netewperest dibin desthilat”

Berdevka Platforma Rawestandina Kuştina Jinan Fîdan Ataselîmê got:

“Ya rast em şahidiya wê yekê dikin ku li tevahiya cîhanê rastgir û netewperest dibin desthilat.

Tirkiye jî bi heman rengî para xwe ji vê yekê werdigire.

Li vir, desthilata siyasî ango AK Partî li hemberî pêşketina jin û civakê hin polîtakayan dimeşîne.

Em bi astengiya li ber vê pêşketinê ve rûbirû ne. Vekişîna ji Peymana Stenbolê jî pêngaveke bi vî şiklî bû.”

Rewşa jinan li Tirkiyeyê

Hemû raporên ku li ser asta cîhanê di warê rewşa jinan de tên amadekirin, nîşan didin ku cihê Tirkiyeyê li asta herî xirab e.

Li gorî saziya bi navê Rapora Tirkiyeyê, ji sedî 38ê jinên Tirkiyeyê rastî tûndûtûjiyê tên.

D nava 38 welatên endamên OECDyê de jî Tirkiye di warê zêxtên li ser jinan de di rêza yekê de cih digire.

Dîsa li gorî Forûma Aboriyê ya Cîhanî (WEF) di warê wekheviyê de Tirkiye di nava 146 welatan de di rêza 129an de ye.

Asta kuştinên jinan jî tirsnak û ji bo jinên Tirkiyeyî bûyê guman û tirseke jiyana rojane.

“Me zincîr qetandine”

Welatî Zelîha Guneyê li ser rewşa jinan wiha anî ziman:

“Zilm dewam dike. Ger em hemû nebin yek û destê hev negirin, dê zilma mêran wekî berê dewam be.

Ên me ji partiya me ditirsin. Belkî bêjin neçin jî em diçin me zincîr qetandine. Dibêjin de herin.”

“Em bi mêrên Kurd bêhtir serbilind in lê zilma dijmin li ser jinan heye”

Xweziye Yildirimê diyar kir, “Zilm û zordariya mêran li ser jinan gelek e.

Çima jin tên qetilkirin? Em vê yekê qebûl nakin. Heta xwîn di laşê me de hebe emê li hemberî vê yekê bin.

Em bi mêrên Kurd bêhtir serbilind in. Piştî ku têkoşîna me dest pê kir, em wekhev in lê zilma dijmin li ser jinan heye.”

Li Tirkiyeyê kuştina jinan

Li gorî amarên berdest di sala 2023yan de li Tirkiyeyê 315 jin hatine kuştin.

Sala 2024an jî bi heman metirsiyê dest pê kir. Di meha yekê de 31 jin, di meh Sibatê de 36 jin hatine kuştin.

Tenê 3yê Adara 2024an jî di rojekê de li 8 bajaran 8 jin hatin kuştin.

Ji sala 2002yan vir ve li seranserê Tirkiyeyê hejmara jinên ku hatine kuştin herî kêm bûye 7 hezar.

 Wate, metirsiya ku jin pê re rûbirû ne kûrtir e ji ya ku tê zanîn.

“Li vî welatî pirsgirêkên bi hejmartinê xilas nabin”

Gokçe Korkmazê got, Ya rast li vî welatî pirsgirêkên jinên ciwan û bi giştî jinan bi hejmartinê xilas nabin.

Ji qeyrana aborî bigire heta şîdeta mêran, şîdeta dewletê.

Li hêla din ew destkeftiyên ku me hene ji hêla dewletê ve yek bi yek têne tunekirin.

Dema em ji bo lêgerîna mafên xwe dadikevin kolanan jî em rastî şîdeta polîsan tên.”

“Li zanîngehan em neçar in li hember paşverûtî, terîqet û cemaatan têbikoşin”

Tûtkû Sariyê ragihand, “Em jinên li zanîngehan li hemberî xizanî û nezelaliya çarenûsa xwe têdikoşin.

Di nava vê sîstemê de li her derê divê em têbikoşin.

Li zanîngehan em neçar in li hember paşverûtî, terîqet û cemaatan têbikoşin.

Têkoşîna li kampûsan bi van babetan re jî zehmet e ji ber ku naxwazin em li wan deran hebin.”

Tabloya Tirkiyeyê ya jinan

Ew tabloya metirsîdar li her qadên jiyanê jî bi dûmahîkên cuda xwe li jiyana jinan ferz dike.

Di warê beşdarbûna derfetên aboriyê de, Tirkiye di nava 146 welatan de di rêza 133yan de cih digire.

Di warê wekheviya qada perwerdeyê de Tirkiye di rêza 99an de, di warê bihêzbûna li qada siyasetê di rêza 118an de, li qada tenduristiyê jî rêza Tirkiyeyê li cîhanê 100 e.

Bi gotineke din reng, deng û hebûna jinê li asmanê jînê her roj gaveke din zenûn dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst