Rikeberiya Îmamoglu û Kurum li ser pişta kêrê ye: Xelk çi dixwaze?

06-03-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rikiberiya di navbera partî û namzedan de sor bûye
Rikiberiya di navbera partî û namzedan de sor bûye
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Murat Kurum Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bangeşeya hilbijartinan êdî gihîştiye germ û gurahiyeke mezin.

Rikiberiya di navbera partî û berbijêran de sor bûye û her kesek ketiye xîreta wê yekê da dengên xwe zêde bike.

Rikeberiya herî tund jî bêguman li bajarê herî mezin li Stenbolê dimeşe.

Tevî ku hejmareke zêde namzed beşdar dibin jî wêneyê bajêr bi reklam û propagandaya du kesan xemilî ye.

Rikeberiya Îmamoglu û Murat Kurum li ser pişta kêrê ye

Rikeberiya Îmamoglu û Murat Kurum li ser pişta kêrê berdewam e.

Li gorî rapirsiyan ferqa di navbera her duyan de jî yek an du pile ye û pêşbaziya di nava CHP û AK Partiyê de hemû partî û namzedên din li aliyekî hiştine.

Wek hemû bajar û navçeyên Tirkiye lê ji hemûyan jî zêdetir xêrecir û bangeşeya hilbijartinan siya xwe bi ser Stenbolê de berda ye.

“Divê pirsa trafîkê were çareserkirin”

Welatî Orkun Sonmez got:

“Weleh ji bo min di serî de divê ew kêşeya veguhastinê bê çareserkirin û çareyek jî ji vê qerebelixiyê re bê dîtin.

Divê yek erk ev be û nifûsa bajêr bê kêmkirin. Herwiha rêyên alternatîf bêne çêkirin û ew pirsa trafîkê were çareserkirin.”

Welatî Saadettîn Sûren jî got:

“Weleh ji bo min piştevaniya civakî girîng e. Trafîk girîng e û mijarên ku kêşe ne jî ew in. Mijarên din erkên desthilatê ne û şaredar nikare çareser bike.”

52 namzed li Stenbolê hene

Ji bo şaredariya bajarê mezin 22 partiyên siyasî namzedên xwe nîşan dane.

Lê 30 kes jî wek namzedên serbixwe beşdarî vê rikeberiya mezin bûne. 

Tevî ku bi giştî 52 kes namzedin jî erd û ezmanê bajêr bi pankart û poster û sûretê du kesan dagirkirî ye.

Tu li kîjan aliyê kîjan navçe û semt û cadeyê vegerî yan Ekrem Îmamoglû li te dinêre yan jî Murat Kurum.

Welatî Farûk Tokgoz jî got diyar kir ku ji bo wî tişta sereke xizmetguzarî ye û wiha domand:

“Xizmetên civakî, yên hawîrdorê û mijara veguhastinê divê bêne çareserkirin. Ji bo dengdanê pîvanên min ew in.”

“Divê çareyek ji bo bihayên marketan hebe”

Welatiya bin navê Halide Ugurluyê jî got:

“Ji bo min sereketirîn tişt veguherîna bajarvaniyê ye. Herwiha trafîk ji xwe kêşeyeke din e û ji bo marketan jî divê çareyekê bibînin. Divê teqez çareyek ji bo marketan hebe.

Ji ber ku qezenceke zêde ya neheq tê de ye. Nabe tiştekî ku îro bi 10 lîre distînim sibe bibe 15 lîre. Ew nabe.”

Li gorî rapirsiyên ku heta niha hatine kirin rikeberiya bajarê 16 milyonî li ser pişta kêre dimeşe.

Her çi qasî partiya sêyem DEM Partiyê jî xwe berdabe qadê, bangeşeya AK Partî û CHPyê wek lêhiyê lê rabûye û bangeşeya hemû partî û namzedên din li taldeyan didome û ew hema bêje nayên xuyakirin jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst