Li Stenbolê kî li pêş e?

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Ekrem Îmamoglu Murat Kurum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê rikeberî di navbera namzedê AK Partî Murat Kurum û Namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu de ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên şaredariyan çû ser sindoqan.

Di wan hilbijartinan de serokên şaredariyên bajar û bajarên mezin, endamên encûmena şaredariyên, muxtar û endamên desteya rihspiyan tên hilbijartin.

Rêvebirên herêmî yên bên hilbijartin di rewşeke asayî de dê 5 salan li ser wezîfeyê bin.

Piştî ku saet 17:00ê dengdana ji bo hilbijartinên şaredariyan li seranserê Tirkiye û Bakurê bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir.

Ji ber ku Stenbol navenda aborî û nimûneya Tirkiyeyê ye, di navbera partiya desthilatdar AK Partî û partiya mixalefeta sereke CHPyê de rikeberiyeke tund heye.

Lewra dê encamên hilbijartinên Stenbolê bandorê li ser hilbijartinên giştî yên sala 2028an û siyaseta giştî ya Tirkiyeyê bike.

Bajarê Stenbolê bi nifûsa xwe ya 16 milyonî li Ewropayê bajarê herî qerebalix e û ji aliyê nifûsê ve ji 131 welatan qerebalixtir e.

Encamên destpêkê yên Stenbolê bi vî rengî ne

Sindoqên hatine vekirin: Ji sedî 35,36 

Namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu: Ji sedî 49,90

Namzedê AK Partiyê Murat Kurum: Ji sedî 41,36

Namzeda DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş: Ji sedî 1,98

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst