RAPIRSÎ - Piştî girtina Ekrem Îmamoglu rêjeya dawî ya dengên partiyan çawa ye?

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu CHP İnsan Hakları Raporu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Lêkolîna SER piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu rêjeya dengên CHPyê zêde bûne û bi ji sedî 33,8an partiya yekem ye,

Lêkolîna SER li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 24 û 27ê Adarê de li 26 parêzgehan li gel 2 hezar kesî rapirsiya “Eger vê yekşemê hilbijartin werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” pêk aniye û encamên wê ji raya giştî re eşkere kirin,

Li gorî rapirsiyê piştî girtina Ekrem Îmamoglu bi rêjeya ji sedî 33,8ê CHPyê partiya yekem û bi rêjeya ji sedî 30,2yan jî AK Partî di rêza duyem de ye.

Her wiha partiya sêyem DEM Partî ye û rêjeya dengê wê ji sedî 10,4 e.

Kesên ku gotiye em dê dengê xwe bidin MHPyê jî ji sedî 7,5 e.

Li gel vê yekê di rapirsiyê de hatiye gotin, di koma ciwanên ku di navbera 18 û 24 salî de ne dengdana Partiya Zaferê zêde bûye û di vê rapirsiyê de rêjeya dengên Partiya Zaferê ji sedî 6,4 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst