Hewlêr (Rûdaw) - Ji 134 kesên ku di xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de hatibûn desteserkirin, 53 kesên din jî bi biryara dadgehê hatin girtin.
Bi vê yekê ji 19ê vê mehê ve hejmara xwenîşanderên ku hatine girtin gihîşt 263 kesan.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adara 2025an di operasyonekê de bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKKyê” û gendeliyê hat desteserkirin.
Ekrem Îmamoglu 23yê Adarê ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin.
Îmamoglu piştre ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji kar hat dûrxistin.
Ji roja yekem a desteserkirina Îmamoglu ve xwenîşandan û nerazîbûnên CHPyiyan berdewan in.
Rojane hejmarek xwenîşander jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve tên desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de doh kar û barên îfadeyê yên 134 kesên ku bi bi hinceta ku pêbendî qedexeya çalakiyan a parêzgariyê ya di navbera 19-23yê Adarê de nebûne hatibûn desteserkirin, temam bûn.
Piştre 134 kes ber bi Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê ve hatin şandin.
Dozgeriyê 73 kes bi daxwaza girtinê û 61 kes jî bi daxwaza kontrola dadî şandin dadweriyê.
Dadwer biryar da ku 53 kes ji wan bên girtin.
Her wiha derbarê 18 kesan jî tedbîra kontrola dadî ya “neterikandina malê” da û 63 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.
Bi 53 kesên nû yên ku hatine girtin hejmara kesên ku ji 19ê Adarê ve ji ber beşdariya xwenîşandanên li dijî girtina Îmamoglu hatine girtin gihîşt 263 kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse