Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevegera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand ku gotinên Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hêja ne û cihê pesindayînê ne.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî roja Înê 28ê Adara 2025an derbarê Cejna Remezanê peyamek belav kir.
Bahçelî di peyama xwe de behsa xwepêşandanên CHPyê yên dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu kir û CHP bi tundî rexne kir.
Serokê MHPyê amaje bi xwenîşandanên li bajarên Tirkiyeyê kir û got, "Protestoyên tarî yên ku CHP pêşengiyê ji wan re dike, ji taybetmendiya demokratîk zêdetir, despotîk, bêqîmet, bêhevseng in û gelek gefan dixwin."
Niyeta CHPyê xirab e"
Devlet Bahçelî ragihand ku CHPyê dijî Tirkiyeyê eniyeke şer û tundûtîjiyê vekiriye û got:
“Mîrateya Gazî Mustafa Kemal Ataturk hema bêje veguheriye malê talanê.
Her welatiyê me yê ku di cîhana xwe ya derve de sade, di cîhana xwe ya hundir de dewlemend e, bi heman awayî dindar, muhterem, xwedî hestên neteweyî û meinewî ye, êriş û sabotajên li ser welatê me û lîstikên lîstikên xirab dibîne.
Guherandina dozeke hiqûqî û dijberkirina wê bi sindoqê, ji bêwijdanîyê zêdetir niyeteke xirab e."
Serokê MHPyê amaje bi wan gotinên Bakirhan jî kir û got: “Daxuyaniyên bi aqilane û bi sebir ên Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gotinên wî yên,’Em ne girseya çalakiyên CHPyê ne’ hêja ne û cihê pesindayînê ne.”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan doh di bernameyeke televîzyonê de li ser xwenîşandanên CHPyê gotibû, ”Em ne girseya çalakiyan a CHPyê ne. Karên me yên mezintir hene.
Em hewl didin aştiya civakî bi rêxistin bikin.”
Devlet Bahçelî di dawiya gotinên xwe de Cejna Remezanê li welatiyan pîroz kir û ji welatiyan xwest ku di dema trafîkê de baldar bin û pabendî tedbîrên trafîkê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse