Erdogan di peyama xwe ya cejnê de bangî PKKyê kir

30-03-2025
RÛDAW
Nîşan Cejna Remezanê PKK Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand, divê PKK bêyî şert û merc guhê xwe bide banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û çekan deyne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Cejna Remezanê peyamek belav kir û cejna welatiyên Tirkiyeyê û civaka Îslamî pîroz kir.

Erdogan di peyama xwe de behsa mijarên siyasî û pêvajoya danîna çekan a PKKyê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Em xebatên xwe yên ku me di çarçoveya armanca xwe ya Tirkiyeyeke bê teror de dane destpêkirin, li gorî nexşerêya xwe berdewam dikin.

Dewleta me kirina banga pêwîst dabîn kir û berpirsyariya xwe pêk anî.

Niha dor hatiye ku rêxistin bêyî şert û merc guhê xwe bide vê bangê.

Di vê mijarê de jî sebra me ne bêsînor e. Em li bendê ne ku rêxistin bêyî xwe mijûlkirinê, xwe fesix bike û çekên xwe bi temamî deyne.

Dînamîkên me yên gerdûnî, herêmî û navxweyî ji bo serkeftina pêvajoyeke bi vî rengî, zemîneke ku heta niha qet çênebûye, pêşkêş dikin.

Gava ku em bi hev re vê yekê bi ser bixin, Înşallah em dê welatê xwe bi temamî ji belayeke xwînrêj û dijwar a 40 salan rizgar bikin.”

Erdogan derbarê Sûriyeyê diyar kir, pêşhatên li Sûriyeyê ku pêwendiya wan bi Tirkiyeyê re heye ji nêzîk ve dişopînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan her wiha anî ziman:

“Em dizanin ku kesên ku hewl didin gavên ku di çarçoveya yekîtiya neteweyî û yekparçebûna axa Sûriyeyê de tên avêtin sabote bikin û bêîstiqrariyê li ser sînorên me yên başûr bidomînin hene û Înşallah em dê rê nedin wan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst