Encamên 6 rapirsiyan: Kurum an Îmamoglu li pêş e?

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Ekrem Îmamoglu Murat Kurum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyên dawî yên 6 kompanyayan di hilbijartinên xwecihî de li Stenbolê, berbijêrê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu di 5 rapirsiyan de li pêşiya berbijêrê AK Partiyê Murat Kurum e.

Tirkiye 31ê Adarê ji bo hilbijartinên xwecihî diçe ser sindoqan.

Di wan hilbijartinan de serokên şaredariyan, endamên encûmena şaredariyan, endamên encûmena giştî ya bajaran, muxtar û endamên şanda rîspiyan tên hilbijartin.

Di hilbijartinên îsal ên xwecihî de hevrikiya tund a partiya desthilatê AK Partiyê û partiya sereke ya opozîsyonê CHPyê li ser bajarê Stenbolê ye.

AK Partiyê di hilbijartinên xwecihî yên 2019an de desthilata xwe ya 25 salî (berî AK Partiyê jî Serokê berê yê Şaredariya Stenbolê Recep Tayyîp Erdogan bû) li Stenbolê ji dest da û berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu bû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

Li Stenbolê vê carê hilbijartineke çarenivîssaz li pêşiya desthilat û opozîsyonê ye.

Li gorî rapirsiyên dawî yên 6 kompanyayên lêkolîn û rapirsiyan Ekrem Îmamoglu di 5 rapirsiyan de li pêşiya Murat Kurum e.

Encamên rapirsiyên her 6 kompanyayan:

Di-En

Ekrem Îmamoglu: 43,8 / Murat Kurum: 38,2

SONAR

Ekrem Îmamoglu: 41,9 / Murat Kurum: 41,3

OPTÎMAR

Ekrem Îmamoglu: 39,1 / Murat Kurum: 37,7

METROPOLL

Ekrem Îmamoglu: 41,6 / Murat Kurum: 38,8

ORC

Ekrem Îmamoglu: 36,5 / Murat Kurum: 37,7

YONEYLEM

Ekrem Îmamoglu: 39,1 / Murat Kurum: 32,9

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst