Rakirina parêzbendiya 11 parlamenteran tê xwestin

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Rakirina Parêzbendiyê Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daxwaza rakirina parêzbendiya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û 10 parlamenterên din hat kirin.

Ji bo rakirina parêzbendiya 11 parlamenteran ku Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di nav de ye 13 fezlekeyên Serokkomariya Tirkiyeyê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatin şandin.

Di nav 13 dosyeyên rakirina parêzbendiyan de fezlekeyên Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik jî hene.

Derbarê Parlamentera DEM Partiyê Salîhe Aydenîzê û Parlamenterê CHPyê Cemal Engînyurt de 2 fezleke hene.

Serokatiya Parlamentoyê ji bo nirxandinê, dosyayên rakirina parêzbendiyan ji Komîsyona Tevlihev a Destûrê ya Dadê ya Parlamentoyê re şandin.

Parlamenterên DEM Partiyê: Tuncer Bakirhan, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Necla Demîr, Bêrîtan Guneş Altin, Salîhe Aydenîz

Parlamenterên CHPyê: Sîbel Suîçmez, Mahîr Polat, Alî Mahîr Başarir, Cemal Engînyurt

Parlamenterê TÎPê: Ahmet Şik

Parlamenterê Serbixwe: Koray Aydin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst