Hewlêr (Rûdaw) - Mîtînga Partiya Gel a Komarî (CHP) ya li dijî girtina Ekrem Îmamoglu bi beşdarî gelek kesan li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê hat lidarxistin.
CHPyê ji bo piştgiriya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku roja 23yê Adarê hatibû girtin li Stenbolê roja Şemiyê 29ê Adarê “Mîtînga Azadiya Berbijêrê me yê Serokkomariyê Ekrem Îmamoglu” li dar xist.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand 2,2 milyon kes beşdarî mîtînga CHPyê bûn.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel got:
“Heta ev meydan bi vî awayî raweste û bi milyonan kes bin, netirsin û bi paş de gav navêjin sond be em dê bi ser bikevin.
Em dê bi ser bikevin. Ez hemû alî, kes, partî, mezheb, hemû bawerî û komên etnîkî bi rêzgirtina li keskesorê û nirxên komarê ji dil silav dikim.”
Malbata Îmamoglu jî ji bo piştgiriyê li qada mîtîngê bû.
“Xelkê nerazîbûna xwe nîşan da”
Hevjîna wî diyar kir, ji ber ku Tirkiye hemû jê hez dike hevjînê wê hatiye girtin.
Dîlek Îmamogluya hevjîna Ekrem Îmamoglu jî anî ziman:
“Ev hîn destpêk e, tekoşîn berdewam e, tekoşîn berdewam e, tekoşîn berdewam e.
Ne ji bo Ekrem, ji bo zarokên me, ne ji bo me, ji bo Tirkiyeyê em dê tekoşînê berdewam bikin.”
Alîgirên DEM Partiyê jî tevî banga partiyê wekî nerazîbûna li dijî heqaretên Mansur Yavaş ên li Alaya Kurdistanê piştgirî neda mîtînga CHPyê.
Rojnameger Metîn Guneş da zanîn:
“Niha em dibînin piştî axaftinên Mansur Yavaş tenê 10-15 endamên DEM Partiyê beşdarî mitînga CHPyê ya Maltepeyê bûne.
Şaxa DEM Partiyê ya Stenbolê bang kiribû û gotibû, demjimêr 11an li girê Îdealê ya li rawestgeha Marmarayê kom dibin û bi kortejê diçin.
Lê em dibînin xelkê nerazîbûna xwe nîşan daye û nehatiye.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu roja 19ê Adarê bi hinceta “gendeliyê” û “alîkariya PKKyê” hatibû desteserkirin û 23yê Adarê bi biryara dadgehê hat girtin û ji kar hat dûrxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse