ENQERE (Rûdaw) - Pêvajoya aştî û çareseriyê ya ku piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan derbasî qonaxeke din bûye, çav li ser hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Recep Tayyîp Erdogan in.
Berpirsên DEM Partiyê eşkere kir ku divê bingeha yasayî û pêk were û ji bo PKK jî kongreya xwe li dar bi xwe divê atmosfereke guncaw were avakirin.
Parlementerê DEM Partiyê Sirrî Sakik xwest hikûmet yasayeke efûyeke giştî derxe.
Li aliyê din, behsa avakirina komîsyoneke hevbeş li parlementoyê jî dihate kirin lê ew jî heta niha bê encam maye û ti gav nehatine avêtin.
Gelek alî di wê baweriyê de ne ku piştî hevdîtina Erdogan û DEM Partiyê dê hinek gav bêne avêtin.
Alîkarê Serokê Partiya Paşerojê jî dibêje, pêwîste Parlementoya Tirkiyeyê di proseya kongre û çekdanîna PKKyê hinek yasayan derxîne û komisyonek hebe ku li parlementoyê gotûbêjan li ser vê yekê bike.
“Girtiyên nexweş divê bên berdan”
Parlementerê DEM Partiyê Sirrî Sakik li ser pêngavên ku divê hikûmet biavêje got:
“Em niha li parlementoyê ne. Eger navnîşan parlemento ye pêwîste em her tiştî zanibin.
Pêwîst e em zanibin ka dê çi gav bê avêtin. Niha li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene pêwîst e ew bên berdan.
Jixwe Selahattîn Demîrtaş û hevalên me bê suç hatine girtin eger bixwazin baweriyekê di nava gel de ava bikin dikarin di nava seatekê de dikarin wan azad bikin. “
Her çend aliyê serekî yê mixalefeta Tirkiyeyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) demeke ji ber mijara girtina Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji rojeva çekberdana PKKyê dûr ketibe jî aliyên din ên mixalefetê ji bo derbasbûna pêngava duyem di destpêkê de dixwazin komisyoneke hevbeş were avakirin.
“Pêwîst e parlamento yasayên nû derxe”
Alîkarê Serokê Partiya Paşerojê Kanî Torun jî li ser guhertina yasayan wiha got:
“Parlemento di proseya kongre û çekberdanê de pêwîste yasayên pêwîst derxe û ji bo diyarkirina çarenivîsa yên ku çekberdane jî komisyonek hebe û ew komîsyon li parlementoyê gotûbêjan bike.”
Proseya çekberdana PKKyê û xwe fesixkirina wê niha wekî pêvajoyeke sekinandî tê şirovekirin.
Ji ber ku DEM Partî û aliyên mixalefetê ji hikûmetê dixwazin gavên zêdetir biavêje.
Heta niha ji bo bingeheke yasayî li parlemetoyê karekî cidî nehatiye kirin.
Alîkarê Serokê Saadetê Mustafa Kaya jî wiha got:
Ji bo derbasbûna qonaxa duyem ya pêvajoya nêrînên xwe aşkere dikin lê heta niha nexşerêyeke zelal nîne.
Em amade ne destê xwe têxin bin kevir lê hîn jî em negihiştine wê astê ku em bêjin belê parlemento erkdar e, komisyona hevbeş jî amade ye.”
Beşek zêde ya xelkê Tirkiyeyê ji bo zindîkirina pêvajoyê hêviyên xwe bi hevdîtina şandeyeke DEM Partî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve girêdane ku tê payîn ev hevdîtin piştî Cejna Remezanê pêk were.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse