Bahçelî vê carê jî ji Davutoglu re telefon vekir

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Ahmet Davutoglu Telefon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, bi telefonê bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re axivî û cejna wî ya Remezanê pîroz kir.

Berdevkê Çapemeniyê yê Partiya Pêşerojê Ufuk Karci li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi telefonê bi Ahmet Davutoglu re axiviye.

Berdevkê Çapemeniyê yê Partiya Pêşerojê Ufuk Karci di peyama xwe de got:

“Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest birêz Devlet Bahçelî, bi telefonê bi Serokê me yê Giştî birêz Ahmet Davutoglu re axivî û cejna wî ya Remezanê pîroz kir.

Serokê me yê Giştî birêz Ahmet Davutoglu jî, Cejna Remezanê ya birêz Bahçelî pîroz kir û hêviya xwe ya tenduristî û silametiyê gihand wî.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî destpêka meha Sibatê emeliyateke dil derbas kiribû.

Bahçelî ji wê demê ve ji qada siyasetê dûr e û ji ber tenduristiya xwe beşdarî civînên koma partiya xwe nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst