Erdogan: Mixalefeta me li derve giliyê Tirkiyeyê dike

28-03-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Serokê CHPyê Ozgur Ozel Ekrem Îmamoglu CHP Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku Serokê CHPyê Ozgur Ozel ji ber xwepêşandanên dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu giliyê Tirkiyeyê dike û ji welatên derve alîkariyê dixwaze.

Recep Tayyip Erdogan li Koşka Serokkomariyê di bernameyeke fitarê de axivî û ji ber xwenîşandan û aloziyên dijî girtina Ekrem Îmamoglu CHP rexne kir.

Erdogan amaje bi xwenîşandanên CHPyê yên li kolanan kir û got:

"Heftiyek e wan ji bo veşartina gendeliyê, veşartina diziyê, nixûmandina talanê, parastina sextekariyê her tişt kirin.

Ji pêşxistina rêxistinên çepgir ên marjînal, xwe veşartina li pişt ciwanan, bêedebîkirina li hember mizgeftên me yên mîrateya bav û bapîran, heta sivkatiya li hêzên me yên ewlehiyê, her cûre rezalet hat nîşandan."

Bi ti awayî eleqeya vê yekê bi demokrasî, hiqûq û rêyên rewa yên lêgerîna mafan nîne.

Bi saya helwesta bi sebir û biryardar a polîsên me û helwesta bi aqilane ya milletê me, siyaseta tehrîkkirinê negihîşt armanca xwe."

Serokkomarê Tirkiyeyê ameje bi wê yekê da ku piştî CHP di bûyerên li kolanan de bi ser neket, li welatên derve dest bi gilîkirina Tirkiyeyê kiriye.

“Serokê CHPyê giliyê Tirkiyeyê dike”

Erdogan CHP rexne kir û wiha domand:

"Niha birayên min ên hêja, di dema erka min a 23 salan a serokwezîrtî û serokkomariyê de min li gel bi hezaran nûnerên siyasî yên ji sedan welatên cuda hevdîtin kirin.

Di nav wan de gelek mixalefet jî hebûn. Va ye ez vê yekê pir zelal dibêjim. Me nedît û nebihîst ku yek ji wan giliyê welatê xwe bike. Welatê xwe xirab nîşan nedan û dijî welatê xwe ji me alîkarî nexwestin.

Mixalefeta me, di her platforma navneteweyî de, her gava ku mîkrofonek dirêjî wan tê kirin, ji kirina vê yekê xwe neda paş.

Serokê Giştî yê CHPyê ji saziyeke medyaya biyanî ya ku ji ber weşanên xwe yên du rû yên di qirkirina Xezeyê nav û dengê xwe winda kiriye, bi şikestî alîkarîyê dixwaze.

Dibêje em xwe terikandî hîs dikin. Yanî tîne wê wateyê ku çima we piştgirî neda kesên gendelî kirine.

Aliyê xemgîntir ê mijarê ev e birayên min ên ezîz. Ev kes dema giliyê welatê xwe ji biyaniyan re dike şerm nake, rûyê wî sor nabe, nayê bîra wî ku pirsa 'ez çima partiya xwe û xwe dixim vî halî?' bike.

Gava em dibêjin mandater, li hember me hêrs dibin. Êrîşî me dikin. Baş e gelo çi cudahiya gotinên we ji yên Cemiyeta Hezkiriyên Îngilîzan heye?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst