Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Stenbolê da zanîn ku di xwenîşandanan de 20 jê zarok 447 kes hatine desteserkirin.
Baroya Stenbolê ragihand ku di 6 rojên xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de 20 ji wan zarok 447 kes hatine desteserkirin û 177 kes ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adarê bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKKyê” û gendeliyê hat desteserkirin, 23ê Adarê ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin.
Piştre ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji karê xwe hat dûrxistin.
Ji roja yekem a desteserkirina Îmamoglu û heta niha xwenîşandan û nerazîbûnên CHPyiyan berdewan in û rojane hejmarek kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve tên desteserkirin.
Baroya Stenbolê îro raporek li ser kesên ku di xwenîşandanan de hatine desteserkirin belav kir.
Li gorî raporê ji 21ê Adarê heta roja 6emîn a xwenîşandanan 20 ji wan zarok bi giştî 447 kes hatine desteserkirin û 177 ji wan hatine girtin.
Baroyê tekez kir ku destnîşankirina amarên teqez ên kesên desteserkirî zehmet e û li gorî rojan amar belav kirin.
Li gorî raporê 21ê Adarê 67 kes hatin desteserkirin, li ser 20 kesan biryara kontrola dadî hat dayîn, 3 kes hatin girtin û 44 kes jî hatin berdan.
22yê Adarê 217 kes, 23yê Adarê 105 kes û 24ê Adarê jî 58 kes hatine desteserkirin.
Ji kesên ku di navbera 22-23yê Adarê de hatine desteserkirin 174 kes bi biryara dadgehê hatine girtin û kar û barên îfadeyê yên kesên mayî jî berdewam in.
Baroya Stenbolê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kesên desteserkirî bi hinceta dijayetî û binpêkirina yasaya 2911an a xwenîşandan û civînan hatine desteserkirin.
Baroyê tekez kir ku li gorî madeya 23yan a yasayê hinceta hatiye diyarkirin têra desteserkirinê nake.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî roja sêşemê ragihandibû ku ji 19ê Adarê ve bi giştî 418 kes hatine desteserkirin û 979 kes ji wan hîn jî desteserkirî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse