Hewlêr (Rûdaw) - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îro sindoq tên danîn û bi dengên 314 endamên Meclisa Şaredariyê dê li şûna Ekrem Îmamoglu ku niha girtî ye û ji kar hatiye dûrxistin kesek wekî wekîl bê hilbijartin.
Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de hejmara endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên CHPyê zêde bûn û niha 176 endam yên CHPyê ne.
Her wiha 120 endamên AK Partiyê, 6 endamên MHPyê, 2 endamên Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) û endamekî serbixwe heye.
Li gor vê yekê, di hilbijartinê de dengên endamên CHPyê diyarker e û amaje bi sê navan, Alîkarê Îmamoglu Nurî Aslan, Seroka Şaredariya Uskudarê Sînem Dedetaş û Serokê Şaredariya Buyukçekmece Hasan Akgun hatiye kirin.
Ji ber ku Ekrem Îmamoglu ji doza “terorê” nehatiye girtin li gorî yasaya şaredariyan qeyûm nehatiye danîn û encûmen kesekî hildibijêrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse