Vê carê jî li Rihayê 2 xwendekar di asansorê de asê man

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Xwendekar Asansor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Harranê ya li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 2 xwendekar di asansorê de asê man.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêkên asansorên şevîmanên zanîngehan berdawam in.

Di demên dawî de li wargehan gelek xwendekar di asansoran de asê dimînin.

Doh li navçeya Bucayê ya Îzmîrê li Şevîmana Keçan a Gazî Ayşeyê asansora ku xwendekareke keç tê de bû ji qata 5an ket qata duduyan.

Xwendekara keç 45 deqîqeyan di asansorê de asê ma.

Tevgera Barinamiyoruz (Em bê war in) a xwendekarên zanîngehê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku ji bo rizgarkirina xwendekara ku asê mabû bangî tîmên parastina şaristaniyê nehatiye kirin.

Piştî Îzmirê demjimêr derdora 01:30ê li Şevîmana Hacer Anayê ya Zanîngeha Harranê ya Rihayê jî du xwendekarên keç di asansorê de asê man.

Xwendekar 45 deqîqeyan di asansorê de man û yek ji wan ji tirs û bênefesiyê bêhiş ket.

Xwendekaran di nav asansorê de vîdeoyek girt û li ser hesabê tora civakî ya Tevgera Barinamiyoruz belav kir û bangî alîkariyê kir.

25ê Çiriya Pêşînê 2023yan jî xwendekara Zanîngeha Adnan Menderesê Zeren Ertaş, di asansora Şevîmana Keçan a Guzelhisarê ya Aydinê de asê mabû û canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst