MLSA: Di krîzan de armanca yekem rojnameger in

26-03-2025
Omer Sonmez
Nîşan Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Xwenîşandan Stenbol CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîrektorê MLSAyê rexne li desteserkirin û girtina rojnamegeran girt û got, "Wekî di hemû krîzan de, mixabin armanca yekem rojnameger in.”

Piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, herî kêm 7 rojnamegerên ku xwenîşandan dişopandin 25ê Adarê hatin desteserkirin û girtin.

Rojnameger bi sûcê “dijayetî qanûna civîn, meş û xwenîşandanan” tên tawanbarkirin.

Li gorî Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) lîsteya rojnamegerên ku hatine girtin ev e:

- Alî Onur Tosun: Nûçegihanê NOW TVyê

- Bulent Kiliç: Wênegir

- Gokhan Kam: Wênegirê Şaredariya Bakirkoyê

- Hayrî Tunç: Rojnameger

- Kurtuluş Ari: Wênegirê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê

- Yasîn Akgul: Nûçegihanê AFPyê

- Zeynep Kuray: Rojnamegera serbixwe

Hevdîrektorê MLSAyê Veysel Ok derbarê girtina rojnamegeran ji Rûdawê re axivî.

Veysel Ok diyar kir ku zexta li ser rojnamegeran li Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye lê “di vê dema krîzê de zext zêdetir bûye.”

Hevdîrektorê MLSAyê Veysel Ok got:

“Li hemû deverên Tirkiyeyê 3 rojên dawî xwenîşandan didomin û tundiya polîsan tê dîtin.”

Ok destnîşan kir ku şahidên sereke yên tundûtûjiya polîsan û yên ku qeyd dikin, rojnameger û wênegir in.

Ok da zanîn ku “bi taybetî girtina wênegiran bale dikişîne” û anî ziman:

“Wênegir çi dikin, wêneyan digirin.

Ew bi gelemperî dîmenên midaxeleyên hişk û ne asayî yên polîsan û şkenceyên digirin.”

Ok destnîşan kir ku desthilat û burokratên dadweriyê dixwazin pêşî li ragihandina binpêkirinên mafên mirovan ên ji bo cîhanê bigirin û da zanîn:

“Wek di hemû krîzan de, mixabin armanca yekem rojnameger in.”

Veysel Ok eşkere kir ku eger xwenîşandan bidomin, rojnameger jî dê bi erkên xwe berdewam bikin û hişyarî da û got:

“Ji ber ku ew karên xwe didomînin, di vê pêvajoyê de dibe ku desteserkirin û girtin zêdetir bibin.”

Di 6 rojên dawî de di xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de 7 ji wan rojnameger 172 kes hatin girtin.

Her wiha danê sibehê di serdegirtinên malan de li Stenbol û Bursayê jî ku di nav de endamên Egîtîm Senê jî hene gelek kes hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku akademîsyen Levent Dolekê ku piştgirî da boykota ji aliyê xwendekarên zanîngehan ve hat destpêkirin jî hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst