Vê carê li Dîlokê qezaya asansorê: Kesek mir û kesek jî birîndar bû

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Asansor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê du kes ji asansorê ketin xwarê, kesek mir kesek jî birîndar bû.

Li Taxa Bulbulzadeyê ya navçeya Şahînbegê ya Dîlokê doh du kesên bi navê Oktay û Volkan Ari ji bo tadîlatê bi asansora bar derketin qata 5an a avhiya bi navê Eylulê.

Dema deriyê asansorê vebû, Oktay û Volkan Ari ji asansorê ketin xwarê.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de Oktay Ari li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Timên tenduristiyê Volkan Ariyê ku bi giranî birîndar bûbû bi ambulansê bir nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst