Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got, "PKK û hemû şaxên wê yên ku li cografyayên cuda an jî bi navên cuda çalakiyan dimeşînin, serbixwe ji cihê ku lê ne, divê zû xwe fesix bikin û bilez û bêmerc çekên xwe radest bikin."
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler doh êvarê di bernameyeke fitarê de axaftinek kir û pêvajoya çekdanîna PKKyê nirxand.
"Divê PKK bilez biryara fesixkirinê bistîne û bê merc çekên xwe radest bike"
Guler, di axaftina xwe de anî ziman ku di pêvajoya heyî de li ber serdemeke nû ne û got:
"Rêxistina terorê ku talîmata danîna çekan standiye, divê zû pêwîstiyên wê pêk bîne, ev yek wekî rastiyeke ku êdî jê rev tune li holê ye.
Rêxistina terorê PKK û hemû şaxên wê yên ku li cografyayên cuda an jî bi navên cûda çalakiyan dimeşînin, serbixwe ji cihê ku lê ne, divê zû biryara fesixkirinê bistînin û bilez û bêmerc çekên xwe radest bikin. Ti daxuyanî an çalakiyeke berevajî vê yekê, tu wateya wê nîne."
Guler, diyar kir ku ew pêvajoyê bi baldarî û bi hişyarî dişopînin û wiha domand:
"Em destûrê nadin ku PKK û şaxên wê ji pêşketinên heyî sûdê wergirin û careke din xwe bi rêxistin bikin, ziyanên xwe yên mezin telafî bikin û vê pêvajoya erênî têk bibin û sabote bikin.
Di bin serokatiya birêz Serokkomarê me de dê em berdewam bikin hemû berpirsiyariyên li ser milê xwe ji bo bidestxistina armanca Tirkiyeyeke bêteror pêk bînin."
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an bangî PKKyê kiribû û xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.
1ê Adara 2025an PKKyê jî agirbest ragihand lê diyar kiribû ku şert û mercên pêkanîna kongreyê nîne û divê bê avakirin û xwestibû Ocalan beşdarî kongreyê bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse