Erdogan ji CHPyê re got: Me nexin wê çala ku hûn ketine nav

26-03-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê got, “Em dê terorîstên bi maske jî eşkere bikin û dê lêkolîn li gel wan bê kirin.”

Erdogan her wiha  ji CHPê re got, “Me û gelê xwe nexin wê çalê ku hûn ketine nav."

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî ya AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de li derbarî xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu axivî.

“Em dê terorîstên bimaske jî eşkere bikin”

Recep Tayyîp Erdogan ragihand yên ku dê lêkolîn bi wan kesên ku tevlî xwenîşandanan bûne re bê kirin  û got:

“Em dê terorîstên bimaske jî eşkere bikin û dê lêkolîn li gel wan bê kirin."

Erdogan derbarê birêvebirina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî rexne li Îmamoglu girt û got:

“Ewên ku gendeliyê dikin û bertîl werdigirin, ewên ku bi neyasayî dibin xwediyê bawername û mafê hezaran gencan dixwin, CHPyî ne.

Ewên ku beşek ji wan pereyan ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tînin û beşek jî ji bo wan kompanyayên ku bi rêya rêxistina tawanan ava kirine û ji bo wan dişînin jî CHPyî ne.”

“Hûn nikarin gendeliyê veşerîn”

Serokomarê Tirkiyeyê derbarê  CHPyê jî got, "Çerxa gendeliya we eşkere bûye, hûn nikarin veşerîn.

Ji ber wê dest ji tohmetbarkirina vî û wî berdin. Hewl nedin dê çala ku hûn bi nezanî ketine nav, me û gelê me jî bikişînin nav.”

Erdogan derbarê dosyeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî got:

“Em jî wekî hemûyan li benda wê yekê ne, hêzên ewlehiyê û daraza me erkê xwe bikin.

Em li bendê ne, ew lêkolînên dest pê kirine, bigihin encamekê û tawanbar bi rêya dadgehan bên cezakirin."

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adara 2025an di operasyonekê de bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKK” û gendeliyê hat destserkirin, roja 23ê Adara 2025an ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin û ji karê xwe hat dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst