Serokê ÎYÎ Partiyê heqaret li Alaya Kurdistanê kir

26-03-2025
RÛDAW
Nîşan Musavat Dervîşoglu Alaya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu, li Alaya Kurdistanê ya di pîrozbahiyên Newrozê de li meydanan hat bilinkirin, bi gotina "paçik" heqaret kir.

Musavat Dervîşoglu îro di civîna komê ya partiya xwe de, li ser mijarên rojevê axivî.

Dervîşoglu amaje bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got:

"Ma carekê be jî, tu nêzîkî rastiya wê meqama Serokatiyê dibî ku te li ser namûs û şerefa xwe sond xwariye?

Min tim got û dê berdewam bikim ku bibêjim. Bi krîzê hatin, bi OHALê (rewşa awarte) bi cih bûn, dixwazin bi kaosê bimînin."

Dervîşoglu di axaftina xwe de bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên ku li Stenbolê ji aliyê DEM Partiyê ve hatine lidarxistin û got:

"Li Dewleta Komara Tirkiyeyê, li navenda Stenbolê, vîdeoyên terorîstê mehkûm tên nîşandan, peyamên wî tên belavkirin.

Dema ku rêxistina terorê, serokê rêxistinê û yên ku pesnê wan didin, wek şandeyên aştiyê tên dîtin, leşkerên Mustafa Kemal tên îxrackirin û wek xayîn tên binavkirin.

Ji keriyên qatil re soza 'mafê hêviyê' tê dayîn û ji desthilatê parê didin wan."

Dervîşoglu ku qesda alaya Kurdistanê ya li meydanan hat bilindkirin kir û got:

"Li meydanan paçikên ku wekî nazîre ji bo alaya bi şan a Tirk tên hejandin. Erê, ez dibêjim paçik.

Navê wan perçên qumêşê yên ku li hemberî alaya me ya ku sembola yekane ya azadî û serxwebûna vî miletê mezin e, tên hejandin, paçik e."

Mansur Yavaş jî heqaret li Alaya Kurdistanê kir

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş 22yê Adarê di dema xwenîşandenên Stenbolê de heqaret li Alaya Kurdistanê kir û wekê "paçik" bi nav kir.

Li dijî gotinên Yavaş li ser medyaya civakî gelek nerazîbûn hatin nişandan û bi hezaran kesî Alaya Kurdistanê parve kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst