Vê carê jî li Rîzeyê asansora şevîmanê ket

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Rîze Asansor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rîzeyê ya Tirkiyeyê asansora şevîmanê (yurt) ya keçan ya Ayderê ji qatê 9ê ket.

Derengiya şeva borî li parêzgeha Rîzeyê li şevîmanê ya keçan a Ayderê asansor ji qatê 9ê yê avahiyê ket.

Li ser agahiya di asansorê de çend kes hene ti tişt nehatin belavkirin lê li gorî dîmenê ku ji aliyê Tevgera Bêcihan (Barınamıyoruz Hareketî) ji telaş û qelebalixiyê xuya dike ku zerer hene.

Tê gotin ku tîmên tenduristiyê xwendekarên birîndar veguhestin nexweşxaneyê.

Tevgera navborî herwiha da zanîn:

“Îro dîsa li şevîmanê ya em lê dimînin asansor ket. Dîsa îhmalkarî, dîsa hevalên me veguhestin nexweşxaneyê.

Êdî bes e! Bila asansorên hemû beşên navxwe werin lêkolînkirin. Bila ciwanên vî welatî nemirin.”

“Em dê pirsgirêkê ji binî de çareser bikin”

Parêzgarê Rîzeyê li ber deriyê avahiya şevîmanê ya keçan axivî û got:

“Ez wek parêzgar dibêjim, hevalên me yên ku li vir kar dikin berpirsyariya kê di vê mijarê de hebe dê ji erk bên dûrxistin.

Ez dê bi xwe bi hevalên me yên xwendekar re biaxivim. Ez dê telefona xwe bidim wan. Ez dê bi xwe pêre mijûl bibim û em dê pirsgirêkê ji binî de çareser bikin.”

Di heman demê de Rêveberê Ciwanan û Werzişê yê Rîzeyê jî ragihand ku di bûyerê de ji bo tu xwendekarî pirsgirêkeke tenduristiyê çênebûye.

Tenê kesekî ku di asansorê de asê mabû bi armanca wergirtina tedbîran veguhestine nexweşxaneyê.

Beriya vê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çendîn bûyerên bi vî awayî çêbibûn.

Di 25 Çiriya Pêşînê keça bi navê Zeren Ertaş di asansora şevîmanê ya keçan a Guzelhisarê ya li bajarê Aydinê de asê mebû û canê xwe ji dest dabû.

Roja 4ê Çiriya Paşînê jî li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê li şevîmanê ya Zanîngeha Sultan Alparslan a keçan asansora ku sê xwendekar tê de bûn ket û bi demjimêran xwendekar tê de asê man.

Çar xwendekarên ku li dijî wê îhmalkariyê nerazîbûnên xwe anîbûn ziman ji aliyê berpirsê şevîmanê ve hatin derxistin.

Her di meha Çiriya Pêşînê de li bajarên Ordu û Kastamonuyê yên Tirkiyeyê di bûyerên cuda de li şevîmanê asansor xirab bûn û xwendekar tê de asê man û ji mirinê rizgar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst