Wekîlê Ekrem Îmamoglu diyar bû

26-03-2025
Omer Sonmez
Nîşan Nurî Aslan Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartina Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Nurî Aslan bû wekîlê Ekrem Îmamoglu.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adarê bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKKyê” û gendeliyê hat desteserkirin, 23ê Adarê ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin.

Piştre ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji karê xwe hat dûrxistin.

Piştî vê yekê Parêzgariya Stenbolê biryar da ku Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wekîlekî li şûna Ekrem Îmamoglu hilbijêre.

Meclisa Şaredariyê îro di çarçoveya biryarê de ji bo hilbijartina wekîlekî ku erkê Îmamoglu ji niha û pê ve bi rê ve bibe civiya.

Di her du gerên destpêkê yên hilbijartinê de dengên piranî wate du li ser sêyê dengan nehatin bidestxistin û hilbijartin çû gera sêyem.

Di gera sêyem de Nurî Aslan 177 deng bi dest xistin û bû wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

Hevrikê wî Zeynel Abîdîn Okul jî 125 deng bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst